Kevoke, bi ğîreta xwe dîroke

15 Temmuz 2017 Cumartesi, 18:04

Ligor go té rîwayet kirin dibé wexta zalîm û zordesté zeman Nemrut, Xelîl-ur Re’hman Nebî Brahîm davéje nav agir kevokek bi niklé xwe avé dikşîne û li agir dike, kesek jér dibé tu çitkî, jite weyî té bi vé avé wé agré vemrînî?

 Kevok wiha bersîv dide: E jî zanim go bi nuqté ava di nikilé xwe nikarim wé agre vemrînîm, belé ez dixwazim go ez cîyé xwe, sefé xwe eşkere û eyan bikim.

***

Di vé çîroké fer û îbretnî mezin hene. Dibe ku ev çîrok ev rîwayet rast be dibe go ne rastbe, lé bele tişté go di rastbuna wé de şuphe tineye eve, wek qijqîjaké go ré péş xwînmijé ewil Qabîl kirîye berî set salan vé kevoké jî ré péş me kirye(dike).Té féhmé go çiqes em zeîf û béqudret jibin dîsa jî sertewandina ji zalim û zordest û xwînmijar, bédengbun û leqeytbuna hember zulma wan ne karé mu’mînaye.

 ‘Kesé heqîyé nebéje, lihember béheqîyé hişbike şeytané’[1]

Kesé lihember zulmé, zor û zordestîyé hişbe, ew jî şerîké wé zulméye. Şéx Sadî é Şîrazî jî di kitéba Gulîstan da wiha dibéje: Rehma li xeraban zulma li qencan e, û bexşîna zaliman, sîtema li feqîran e.

 Ji nebaş re gava soz bidî û xweş bikî

Dî heqe te nebaşî dîke bî şerîkî[2]

Hem ‘muhebbet û heskirna lihember cinewarek birçî wî nayni merhameté, bilekîs miçez û îşteha wî é veki. Hem jî îcara diran û neynuké xwe é bixwazi’.[3] Dîsa “ razîbuna zordestîyê zordestîye.”[4]

Ew heskirna wilo zalima bétir dujvar diki, lé belé Zalim bi zulma xwe ji behra rehm û şefqeté mehrum dibin. Hem liser wan zulma wan é yar û dostanîyé biwanra biki xayîntîyekî mezin dike, xayîntîya bi doza ketî û békesar. Kevoka di çîroka medi jiber wé xwestîye go cîyé xwe bicî biki û neyartîya xwenî lihember zalîm û nemrud a bi nikilé xwe jî mabi eyan û îlan biki. Belé alîkartî û yar û hevaltî li alîkî Kesé ji zulmér bédengbe ji berî herkesî bi bédengbuna xwe ji zalimar dibe alîkar û dîwar û bend. Xweşbun û şahîkbuna ji xwînmijare ru dide zalima û zulma wî biçuk dike. Dostanîya bi neyaré neqencre şîrîkatîya xerabîya wan û zulma wana. Jiber wé Ronîya çava (s.x.l) gotîye tu ji ké hes bîkî te bi wî rebe. [5]

Resul é Xweda rast gotîye. Jixwe bédengbuna lihember zulmé lihember zordesta ji alîkî vé gotuna péşîyan tîne bîrame, ‘hişbun ji pejirandin û qebulkirnéye’.

Jiber wé bala xwe baş bidin vir; kesé ( na’leta Xweda liserbe ) ji Buşh hes bike ew kes şirîké zulma wîye, şirîké xwîna li Efganîstan irjandîye,  şirîké go xwîna li iraqé irjandîye Xweda mirov muhefeze bike kesé şirîké Buşh be heşra wî é çi giranbe é çi zorbe, kesé ji (naleta Xweda liserbe) Putîn hes bike é şirîké zulma wîye, şirîké zulma go li çeçenîstan diké, kesé ji (naleta Xweda li ser be) olmert hes bike, şirîké zulma wînî go filîstîné kirîyi. Demeké béqey bubu mode, gelek kesan digotin Emrîqa bavé meye, Buşh yan Obama bavé meye, eceb wan kesan ew gotné xwe dimézena îslamé de wezinandibun? Kesén ji dil bi zanatî yan bi nezantî Buşh û Emrîqa ji xwer xwedî û yar dîtibin ger ew tobe nekin û ji xwer fém nekin helbet heşra wan e bi Buşh rabe. Roja Qîyameté roja hesab pîrsyané é xwîna ketî û békesa, é xwîna dayik û zarowén iraq ji zalim û hevalén wan é bé pîrsîn. Hem maqey ne aşîkare go zalim xwîna me xwîna geléme dimijin, ma ne liber çaveye zulma wanî liser dinyayé, maqey hun di neyartîya wan da eré û nayé dene. Na wallah em wek navé xwe zanin, zalim û zordest kînin wesfé wan çinin, zulma wan, wan dide naskirin, ev nézîk ‘esrekéye dirané xwîn mijé Emrîqa û destbirakévî di xwîna me misilmana deye. Berraz û xenzîré İsraîl ev zédeyi 60 salî li erda Qutsa şérîn xwîna me dirjîne. Hur û geda, pîr û kala, jîn û méra jiberév dikuji. Aşîkâr û beyane ev zulm liber çave dinya yéye.

Kevoka menî xeyretkeş di nivîsamenî berî véna herba xwenî bi Nemrut’ra, dostanîya xwenî bi İbrahîm xelîlurehmanra bi dolepek av ‘îlan kir bu. Eré wek her tiştî dilopek av jî bi du ruye. Mersela ruwé dilopek av neyartîya Nemrud’é, ruwé di yartî û dostanî nebî İbrahîm e.       

Eré “Her kese bi neyaran re aştî dike. Qesda ezyeta dostan dike.

 Bişo dest jî wî dostî ey eqilmend, ku wî bi neyare te re girt peywend”[6]

 Hezretî Elî ji Xweda jé razibe, dibé ‘Seré xwe lihember zordestîyé-béheqqîyé seré xwe netewénin, lewra biheqé xwere şeref û şahnazîya xwe ji huné wunda bikin. Dîsa dibé ‘kesé lihember zulmé serhildané neke, bila ew çax sénga xwe ji xerabîyan zalimara veke. Helbet kesé heqé xwe wunda bike û sertewandina ji zalimar ji xwer bike kar û exlaq, şahnazîya xwe wunda dike, rumet û qîmeta xwenî liba yar û doste xwe wunda dike.

 Kesé bi neyaré îslamére rabu runé neyare, kesé bi xwîn xwar û xwîn mijara ra yar bi çewa kare bé ez dostim, yârim. ji péşîya Seydayê Bedîuzzeman (Xweda jé razîbe)jî liser vé babetté wiha dibéje: “Neyaré neyara heta neyarbin yarin, çewa ko heta yaré neyara yarbin neyarin”.[7]

 Eré kesé bi neyarara dev liken, zehl xweş û yarbin ew jîmeré neyarin. Desté xwe ji dostanîya wilo bişon, lewra ev dostanîyek békére. Lewra mervantî û biratîya heqîqî yartîy û dostanîya rojé tenge, wekî di herkes lawé bavé xweye. Dev ji dostanîye jî berd ew kesé di roja tengî bi neyarre yarbe, ew nabe yar, bibe bibe xayînek béar be.

 Jiber we yartî li alîkîye û neyartî li alîkîye. Yartî û neyartî bihevr çé neba. Di dilekî hember kesekî him heskirin û him qehrandin bihevra na jîyîne. Vé na jî zanibin du rutî jî ne karé yar û mervantîyéye. Jiber wé xwe ji du ruyan, ji xeraban, ji neyaran bişon. Du rutî wesfé munafiqanin, dostanîya bi munafikar bi xerabar dawîya şahîtîya her du dinyaya, ew çax em bejin qet bi munafiqar, bi xerabar, bi zalim û zordestar nedinin û nesténin.

 “ Him her kî xeraban re rune, ew qencî nabîne,

 Ger rune ferîştek digel dewî

We je hîn bîbe wehşet û hovî,

 Ji xeraban tu qencî hîn nabî

Jî guran goşkarî qet çenabî”[8]

 Ew kesé di hevaltîya zalima xéré bigere, di xape û xwe di xapéni, lewra di serewé yar û dost û muhîbbé xwe wunda diki. heqqé xwe, şahnazîya xwe, rumet û qîmeta xwe wunda dike.

Zalim ji heta karé xwe pé bikin hevalin jére, ji bo go wehşet û hovîtîya xwe dom bikin. wek çewa Şéx Sadî é Şîrazî dibé: ji xeraban tu qencî hîn nabî, ji guran goşkarî qet çénabî, péşî jî dibén Ji berraz eyyar ji gawur yar çé nabe’. Xweda lihember zulma zordesta, jîn û jîyanek jîbo dadmendîyé xebatkar, ji bo ketî û jara yar û yaran, pişt û heval bi nesîbé me gişa ke. Bi xwezîya go di péşerojé de rojên dadmendîyé bi sermede bé.

(Fatih Akman - Kelhaamed)


 

[1] Çiqes go ev gotun hedîs té zanîn jî belé jéderké wé me nedî, belé di van kitéba derbas dibi, ji Ebu Elî ed-Dekkak, Rîsala Quşeyrî p.62.  İbnî Qeyyum, el cevabul wafî p.136.

[2] Şéx Sa’dîyê Şîrazî, Gulîstan, Babé Heştan-7

[3] Bediuzzaman Saîd Nursî, Sözler, Lemeat,  p. 960.  (Enstîtuya Rîsalên Nur 2016) (http://www.rne.com.tr/risaleinur-kulliyati/index.php?kitap=0&sayfa=960&aranan=di%C5%9Finin%20kiras%C4%B1n%C4%B1%20ister)

[4] Nursî, Mektubat, Mesela 4, p. 503 (Enstîtuya Rîsalên Nur 2016), ( http://www.rne.com.tr/risaleinur-kulliyati/index.php?kitap=1&sayfa=503&aranan=zul%C3%BCmd%C3%BCr)

[5] Buharî, Edeb 96; Muslîm, Bîrr,165; Tîrmîzî, zuhd, 50.

[6] Şîrazî, Şex Sadî, Gulîstan, Babe Heştan, 12.

[7] Nursî, Tarixçê-i ‘Heyat, Beşa p. 120. Yekem (Enstîtûya Rîsalên Nur)

[8] Şîrazî, Gulîstan, Babê Heştan, 37.