'Hesabê we yê di warê Tirkîye û Îranê de heye'
Serokomar Erdogan bangî Eemerîka kir û got: “Hesabê we yê di heqê Tirkîye û Îranê de heye an tineye an jî di heqê Rûsya de hesabê we heye.”
Serokomar Erdogan li TBMMê di komcivîna AK Partîyê de derbarê operasyonên li Efrînê tên rastkirin û rexneyên ji teref Emerîka ve tên kirin daxuyanîyên girîng da û got: “Ji me re dibêjin: ‘Hûnê kengî operasyonê biqedînin?’ Kesên ji me dipirsin ku bê emê operasyonên kengî biqedînin ez jî ji wan re dibêjim, we operasyona Efxanîstanê kengî qedandin? Ev 18 sal çêbû heta niha jî ew li wirin. Hûn wan tînin û wan li wir bicî dikin û hûn dibêjin, ‘Neyên Minbicê’. Emê werin Minbicê û emê Minbicê teslîmê xwedîyê wê yê esil bikin ferqa me eve.”
“Hesabê we yê di heqê Tirkîye û Îranê de heye”
Serokomar Erdogan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Emerîka dibêje: me DEAŞ ji holê rakir. Heger te DEAŞ ji holê rakir çi karê te li vir heye tu hê jî li vire? Tu 5 hezar Tir çek û mihîmatan tîne vir. 2 hezar teyarên kargo tir çek û sîleh dişînî, tu van çekana kude dişîne? Çi karê vana li Bakûrê Sûrî heye? Çima vana tên vir? Ji kerema xwe re bersivên van pirsana bidin me. Heger tu dibêje ez ji bo berxwedana li hembe DEAŞê dişînim, ne mimkune em ji veya bawer bikin, ji van gotina re zikê me tije ye. Ji ber ku min van tiştana ji wan re gotîye di vî warî de ez rehetim, tiştekî zaf eşkere û vekirî heye; wê çaxê hesabê we yên di heqê Tirkîye de heye, hesabê we di heqê Îranê de heye an tineye, an jî di heqê Rûsya de heye an tineye. Lê belê em di cîyê xwe de çit liser piya sekinîne. (ÎLKHA)