Siyonîst Êrîşî Nexweşxaneyê Jî Kir
Ev serê 15 rojan e ku Îsraîla rejîma terorê, ji behr û hewa û bejahiyê ve Ğezze daye ber bombebarandinê. Heta niha hejmara şehîdan bi ser 600 kesî ketiye. Ji wan 154 qurban zarokên bêguneh in. Zêdetirî 3 hezar 500 kes jî birîndar in.
Hat gotin ku teyarên herbê yên Îsraîla xusran, bombe avêtine qata 3an ya Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê ya ku yek ji nexweşxaneyên herî mezin ên Ğezzeyê ye. Di êrîşê de 5 kesên nexweş şehîd bûn 15 kes jî birîndar bûn.
Berdevekê Wezareta Sihhetê ya Filistînê Eşref El Kûdra beyan kir ku di êrîşên siyonîstê zelîl de, li caddeya en-Nefaqê 4ê wan zarok 7 sivîl, li Şûcaiyeya rojhilatê Ğezzeyê li herêma eş-Şafê 4 filistînî şehîd bûne.
Li Xan Yûnûsê 4, li el Kerameyê 5, li ez-Zeytûnê jî 2 sivîl şehîd bûne. Li başûrê Ğezzeyê jî cesedek hatiye dîtin ku hê nehatiye tesbîtkirin ku eydiyê kê ye.
Kûdra îfade kir ku ji qurbanan 120 kes zarokên bêguneh in, 50 kes jin in û 30 kes jî kal û pîr in.
Herêma Beyt Hanûnê, di bin bombebarandinê de ye. Ambulans nikarin têkevin mehela Şûcaiyeyê. Ji lew tîmên acîl û rizgarkirinê nikarin xwe bighînin cesed û birîndaran.
Îsraîla xusran pey bomberandinê, wesaîtên hereket dikin jî dike hedef. Ji lew hinek şewat nayên tefandin.
Wezareta Tenduristiyê beyan dike ku rewş û şertên nexweşxaneyan zêde xerab e. Ji lew ji bo alîkariyê bangî dinyayê dike.
Li aliyê din hat îfadekirin ku Îsraîla melûn û xusran, êdî ji bo valakirinê îqaz nake û deverên cihnişînê dike hedef. Ji lew ji eynî malbatê kuştina sivîlan zêde dibe. Di êrîşên 3 rojên dawîn de tu îqaz nehatiye kirin.
Bê îqazê bombebarandina bi ser avahiyan de, li dijî rêzikên heqên însanan ên navneteweyî ye. (Hürseda Haber)