Hejmara Şehîdan Zêde Dibe
Îsraîla melûn û xusran, lı Ğezzeyê rıjandına xwînê dıdomîne. Bı êrîşên dawîn hejmara şehîdan bı ser 1370î ket. Zêdetırî 7 hezar û 500 kes jî bırîndar ın.
Îsraîla rejîma terorê, bêdengî û bêtevgera dinyayê ji xwe re dike piştevan û qetlîam û rihqelandinên xwe yên li ser Ğezzeyê dewam dike.
Ev serê 25 rojan e ku êrîşên li ser Ğezzeyê dewam dikin. Di van êrîşan de nêzî hezar û 400 kes şehîd bûne û zêdetirî 7 hezar û 500 kes jî birîndar in. Ji qurbanan zêdetirî 252 kes zarok in, 94 kes jin in û 50 kes jî êxtiyar in.
Ordiya Îsraîla îşgalker, careke din êrîşî bazargeheke mehela Şûcaiyeyê kir. Di êrîşê de bi dehan kes şehîd bûn, zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. Di êrîşê de bi navê Ramî Reyyan rojnamegerekî Filistînî jî hat qetilkirin.
Li ser qetlîamê Hamasê wiha beyan kir: “Îşgalker li ber berxwedana Filistînê serkeftina leşkerî ya ku dixwaze bi dest naxe, ji lew dest bi qetlîam û cînayetan dike. Ew ê ev êrîşên naçar, nikaribin ezm û sebra berxwedana xelkê Filistînê bişkîne.”
Îdara Hamasê alema navneteweyî û alema Ereb, ji ber ku li ber qetlîamên Îsraîla siyonîst bêdeng dimînin û zeîf tevdigerin şermezar kir.
Ordiya siyonîst li Xan Yûnûsê, maleke din kire hedef û di êrîşê de ji eynî malbatê 10 kes hatin qetilkirin. Di definandina wan de, merivên wan ji xwe ve çûn. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref el-Qudra beyan kir ku cesedên parçekirî anîne kompleksa Sihhetê ya Nasirê ya li Xan Yûnûsê û got ku bi vê êrîşê, hejmara êrîşên Îsraîla melûn yên ku malbat kirine hedef gihaye 57an. Di van êrîşan de hejmara şehîdan gihaye 258an.
Îsraîla melûn serê sibê êrîşî mekteba ku li Xezeyê di destê Saziya Alîkariya Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî de ye kir û di encama êrîşê de ji pirê wan jin û zarok 15 kes, hatin qetilkirin, bi dehan kes jî birîndar bûn. Di mektebê de gelek malbatên ku di êrîşan de xaniyên wan hilweşiyabûn diman.
Rejîma terorê li Hûzaayê jî, bi ser sivîlan de bombe dibarîne. Siyonîst nahêle ku ambulans têkevin herêmê. Gelek kes li hêviya alîkariya însanî ne, hin cesed di bin enkazan de ne.
Hat îfadekirin ku rejîma terorê êrîşî Zanîngeha el Ezhera li başûrê Ğezzeyê jî kiriye.
Li aliyê din Emrîkaya îşgalker desteka xwe ya ji bo jenosîda Îsraîla melûn didomîne. John Kerry ji rojnamegeran re wiha got: “Li Ğezzeyê her kes agirbestiyê dixwaze. Lê ev li ber heqê parastina xwe ya Îsraîlê û xerakirina tunelan nabe asteng. Dostaniya me ya bi Îsraîlê re, me mecbûrî piştevaniyê ya ji bo Îsraîlê dike.”
Serokwezîrê Îngîltereyê Davîd Cameron li ber ewqas qetlîaman, dîsa Hamas sûcdar kir. (Hürseda Haber)