Semînera HUDA PARé
Teşkîlata Huda Parê a Rihayê, semînera xwe ya agahdarkirinê ya yekemîn li dar xist.
Bername, bi beşdarîya Ji medya û danasînê berpirsyar û alîkarê serokê gîştî yê Huda Parê Abdûrrahman Cens ve hat tertîp kirin.
Programa Partîya Doza Azad bi xwendina Qur’ana Pîroz dest pê kir û serokbajarê Huda parê yê Rihayê Lokman Yalçin xeberdana dest pêkê kir.
Ji medya û danasînê berpirsîyar û alîkarê serokê gîştî yê Huda Parê Abdûrrahman Cens, di bernameyê de axivî û weha got: “Referansa Partîya Doza Azad Îslame û di programa partîya me Huda Parê de, bilêv kirinek û daxwazeke xeyrî Îslamî tuneye. Tiştekî ku li dijî Îslam û Qur’anê di bernameyê de qet cîh nagre.”
BANGAHEQ