Birayê Me Cengîz Jî Şehîd Bû
Cengîz Tîryakîyê ku çeteyên pkk-hdpê li mala wî reşandibûn û giran birîndarbûbû, şehîd bû ket nav refê şehîdan. Bi şehadeta birayê Cengîz, hejmara şehîdên huda parê û sazîyên îslamî gîha 7 an.
Yasîn Börü… Hasan Gökgöz… Hüseyîn Dakak… Turan Yavaş… Cumalî Güneş… Riyad Güneş û ê dawîn jî ji navçeya Kanîreşa Çewlîgê Cengîz Tîryakî… Muslumanên ku jiteref Çeteyên Pkk-Hdpê ve hatine şehîd kirin… Endamê Huda Parê Cengîz Tîryakî, li gundê serpmekayeya ku bi ser navçeya Çewlîgê ve ye, jiteref Çeteyên Pkk-Hdpê ve bi gulleyan hat reşandin. Cengîz di malê de giran birîndarbûbû. Tedawîya wî ya ‘ewul li Bîngolê hat kirin û dure sewqî meletê hat kirin. Cengîz Tîryakî li nexweşxaneya lêkolîn û perwerdeyê ya Meletê şehîd bû. Şehîd Cengîz berî niha jî, ji teref Pkkê ve hatibû tehdît kirin û bûyer û êrîşên ku serokê Gîştî yê HDPê selhettîn Demîrtaş bi pêşdikir ku di bûyeran de qet şiddet pêk nehatîye de di 9ê Cotmehê roja pêşemê pitî civîna medyayî, marûzî êrîşê bûbû.
ŞEHÎT CENGÎZ HAT DEFINKIRIN
Cengîz Tîryakîyê endamê Huda Parê, li gundê xwe yê Serpmekayaya bi ser Kanîreşa Çewlîgê ve ye, li mala xwe marûzî êrîşên PKK-HDPê bûbû. Şehîd Cengîz giran birîndarbûbû û li nexweşxaneya zanîngeha Meletê şehîdbû. Naaşê şehîd Cengîz Tîryakî ji teref hevaldozê wî ve bi tekbîr û slogana hat defin kirin.
Cenazeyê şehîd Cengîz ji meletê bi konvoyeke ku ji sedan wesaîtî pêkdihat anîn gundê Serpmekayayê.
Li hewşa camîya gund bi beşdarîya bi sedan hevaldozên wî nimêja cenaze hat kirin.
Piştî nimêjê hevaldozên Şehîd Cengîz Tîryakî, cenazê wî dan ser milê xwe û sloganên wek “Kahrbe Pkk, Bijî Hîzbûllah” hatin avêtin û bi tekbîran ber bi mezergehê ve meşîyan.
Ji ‘Alim û maqûlên herêmê Mela Sahap Korkûtata, li ser mezergehê axivî. Korkûtata weha got: “Em şehadeta şehîdê xwe tebrîk dikin û ji Xweda hêvî dikin ku wê bibe wesîla yekîtî û wahdet û hişyarîya ummetê.
Şehîd Cengîz Tîryakî, bi Cesaret û fedekarîya xwe dihat naskirin. Li gund bi ajaldarîyê re meşqûl bû û barê xwedîkira malbata wî û biranê wî li ser milê wî bû.
Di hilbijartina mehelî ya 2014an de, ji ber ku ray nedabû BDPê, hatibû tehdît kirin ku ya wê ji gundê xwe barbike û ji vî welatî derkeve an jî wê bê kuştin. Lê belê Şehîd Cengîz bi mîslî bersiv dabûn wan û îfade kiribû ku mala xwe ji gund dernaxe weha bersiv dida wan: “Ma wun kê ji gundê kê derdixe.”
Mala şehîd cengîz, di 9ê Cotmehê roja Pêşemê de, ji teref grûba Pkkyî ve marûzî êrîşê bû.
Çeteyên Pkkyî malê dorpêç dikin û gazî Cengîz Tîryakî dikin û tehdît dikin ku dibêjin birête di destê medeye, ger tu dernekeve derve derve emê malê bitevlî zarok û jinan bombardiman bikin.
Êrîşkerên Pkkyîyên hov û wehşî, dema Cengîz Tiryakî derî vedike bi sîlehên otomatîk li bedena wî ya nazik direşînin û ji gund direvin.
Em wek malbata rehber tv Şehadeta birayê xwe Cengîz Tiryakî tebrîk dikin û ji bo malbata wî û hevaldozên wî ji Xweda sebrî cemîl nîyaz dikin.
BANGAHEQ