Qeza derbas kır û felç bû
‘Ebdûllah Karayilanê 32 salî yê ku li mehela Şîrînevlera navçeya Şehîtkâmîla ‘Intabê rûdinê, Temmûza 2011an de qezayek trafîkê derbas kir.
‘Ebdûllah, di heyama ku li ser dîreksyonê bû qrîza qelp derbas kir û wesaît ji qontrola wî derket û qeza qewimî. Piştî qezayê ji navê berjêr felç bû.
Wek 8 mehan di yoğûnbaximê tedawî bû. Lê belê bi tesîra qezayê hesê xwe yên meşê û xeberdanê wenda kir.
‘Ebdûllah Karayilan ev serê çar salaye, bi alîkarîya dê û bavê xwe li ser pîya dimîne.
Zarokên ‘Ebdûllah, ji bo dîsa bavê wan bighêje siheta xwe ya berê, ji rayedaran alîkarîyê hêvî dikin.
Bavê ‘Ebdûllahê nexweş, Mûstafa Karayilan weha got: “Min hemû îmkanên xwe seferber kir. Lê belê îmkan û derfetên min ên maddî têr nake. Ez ji xwedî xêrna û rayedaran hêvîya alîkarîyê dikim.
Herdû zarokên ‘Ebdûllah, Fatma Nûr û Begumê jî îfade kirin ku divê ji bo gavek berî gavekê bave wan bê tedawî kirin û bighêje sihheta xwe ya berê, bang li rayedaran kir û alîkarî xwestin.
BANGAHEQ