Vexwandina kardarê Tirkiyeyê
Berdevka wezareta karên derve ya Îranê bal kişande ser vêya ku piştî axiftinên vê dawiyê yên Serokomar Receb Teyîb Erdogan, kardarê Tirkiyê li Îranê bo wezareta karên derve ya Îranê re hatiye vexwandin û got: Nerazîbûna Komara Îslamî ya Îranê di vî warî de hatiye ragihandin û em bersiveka zelal û eşkere dixwazin.
Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Merziye Efxemê roja yekşemiyê li bara nûçeya ku li hin medyayan li ser nîşandana nerazîbûna Îranê li hemberî Tirkiyê bi awayekî fermî hate belavkirin û wiha îfade kir : Bi dû axiftinên vê dawiyê yên serokkomarê Tirkiyê, bona ku balyozê Tirkiyê li Îranê nebû, kardarê vî welatî bo wezareta karên derve ya Îranê hate vexwendin.
Efxemê her wiha got: Nihêrîna stiratijîk a Komara Îslamî ya Îranê bo navçeyê û peywendiya tev cînaran li gorî aştî, istiqrar û hevkariya li gorî rêza duyalî ye.
Efxemê Wê destnîşan kir: Em ser vê bawerê ne hevkariyên Îran û Tirkiyê bona giheştina bi vê armancê pir girîng in. (ÎLKHA)