"Ji dawetî daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî”
Cemîyeta Mûstezafan a şaxa Amedê ji bona şermazar kirina cezayên ku li endam û rêveberîyên komeleyên îslamî hatine dayîn wê daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî li Amedê li dar bixe.
Endam û rêveberîyên komeleyên îslamî yên ku li Edeneyê faalîyetên îslamî dikin ji ser buxtanan hatin ceza kirin. Cemîyeta Mûstezafan jî ji ber ku neheqî û bi buxtanan endam û rêveberîyên komeleyên îslamî hatina cezakirin şermazar bike, wê roja şemîyê li ber avahîya ACZ plazayê daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî li dar bixe.
Cemîyeta Mûstezafan a şaxa Amadê da zanîn ku li gor îddîayên mahkemeyê sûç û qebeheta endam û rêveberîyên komeleyên îslamî wiha rêz kir: Amadekirina bernameya mewlûda pîroz, birevebirina xebatên komeleyê, serdana nexweşan, pêşbirka fûtbolê, li ser mijara Hz. Hiseyn şano li dar xistin, kirina alîkarîya feqîr, jar û ketîyan…
Ji ber vê zilm û zordarîyê, Cemîyeta Mûstezafan wiha bangewazî li xelkê Amedê kir: “ Ji bo zaliman bijî cehenem! Ey Amedîyên ku evîndare heq û mafê ne. Ji bo van cezayên ku li birayên me hatine dayîn şermezar bikin em ê li meydanan bin. Em ji bo vê şermezakirinê li benda we ne.” (ÎLKHA)
Agahîyên daxuyanîya çapemenîyê.
Tarîx: 25ê Nîsanê Roja Şemîyê
Cih : Li ber Avahîya ACZ Plazayê
Saet : 13.00
(İLKHA)