'Em ê bi îzanekê ku pêşanîyê dide edaletê tevbigerin'
Ji bloka namzetên Hur a ku Huda Par piştgirîye didîye namzetê xweser a Edene Salîh Demîr dîyar kir ku ew ê di her qadê de bi îzanekê ku pêşanîyê dide edaletê hereket bikin.
Ji bloka namzetên Hur a ku Huda Par piştgirîye didîye namzetê xweser a Edene Salîh Demîr, dîyar kir ku dema ku ew werin bijartin ew ê li pirsgirekên xelkê xwedî derbikevin û heta ku ji wan bê ew ê van pirsgirekan çareser bikin.
Namzetê Hur Demîr di derbarê xebatên hilbijartinê de wiha got: “Gelê me yê ezîz ji me wiha pirs dikin ‘Em çima piştgirîyê bidin namzetên Hur? Ew ê namzetên Hur çi bidin me? Bername, proje û armancên wan namzetên Hur çi ne?’ Gelê me di pirskirina van pirsan de heqdar in. Em ji xelkê xwe yên biqedr û qiymet re dibêjin ku em bi rastî namzetên azad in, em ne di bin mineta tu kesî de ne, em li pey berjewendîyê jî naçin. Bi rastî jî em ê biheqê we li xelkê xwe xwedî derkevin.”
Demîr her wiha got: “ Em wek namzetên Hur em ê siyasete ji bo mirovan bikin. Wekî din jî em ê qet derew xeber nedin. Li gel vê yekê em ê her tim li rexê kesên ku rast diaxivin bin. Tiştên ku derew bin ji kî were bila were em ê li hemberî wan bisekinin. Em ê bibin deng û nasnameya xelkê xwe.”
“Di her qadê de em ê bi îzanekê ku pêşanîyê dide edaletê hereket bikin”
Demîr di mijara dema ku werin bijartin de di derbarê tiştên ku bikin de jî wiha got: “ Yekemîn, ji bo Tirkîyeyê gotinên me hene. Duyemîn , ji bo navê muhelafata Îslamî gotinên me hene. A sêyemîn jî li ser çareserîya pirsgireka Kurd gotinên me yên girîng hene.” (ÎLKHA)