'Pirsgireka kurd ne tenê pirsgireka PKKê ye'
Li Amadê ji teref ÎHHyê ve sempozyûmekî bi navê “Di Rojhilata Navîn de Kurd û Aşîtî” hat li darxistin.
Sempozyûma “Di Rojhilata Navîn de Kurd û Aşîtî” bi beşdarbûyîna mêvanên ji welêt û derveyî welêt her wiha bi başdarbûyîna temsîlkarên komeleyan hat li dar xistin. Di bernameyê de gelek temsîlkar û nûnerên komeleyan, rewşenbîrên kurd û alimên heremê axivîn.
Di sempozyûma “Di Rojhilata Navîn de Kurd û Aşîtî” yê de mêvan bigelemperî li ser mijara pirsgireka kurd axifîn.
Ji Kurdistana Rojava ji bajarê Amûde Dr. Abdulbased Sîeda di derbarê pirsgireka kurd û pevajoya çareserîyê de fikr û ramanên xwe anî ziman
Seîda got:: “ Ev bernameyên ku tên li dar xistin ji bo kurdan girîng in. Li gor min pirsgêrika kurd li Tirkîyeyê meseleyekî berfireh û girîng e. Heger ev mesele ev pirsgirek were çareser kirin ew ê li Tirkîye yê aramî hakim bibe.Di vê pevajoya çareserîyê de hikûmeta Tirkîyeyê bi gelemperî herî zêde bi PKKê re hevdîtinan pêk tene, û PKKyî ji xwe re muxatab digre. Rastê PKK di vê heremê de bi hêz e. Lê belê her wiha em dizanin ku di vê heremê de gelek hereket, hêz û rêxistinên kurd hene. Divê hewldanên me ji bo çareserî ya pirsgireka kurd re be. Ev pirsgireka kurd tenê ne mesela AK Partî û PKKê ye. Ev pirsgireka kurd meseleya xelkê kurd e, meseleya miletekî ye, meseleya Tirkîyeyê ye. Divê di vê çarçoveyê de li pirsgireka kurd were nihertin. Heke ev pirsgirek were çareser kirin ew ê li Tirkîyeyê aramî û huzur hakim bibe.”
Sîeda di derbarê wan rêxistin û kesên ku him ji xwe re dibêjin em damokrat in him jî li xelkê kurd zilm û zordarîyê dikin de ji wiha da zanîn: “Li gor min kesek ji xwe re him bibêjî ez demokrat im û him dema dengekî ne ji wan werî bilevkirin heger lê zextê bike ev tişt nakokî ye.”
Sîeda, di derbarê parastina zimanê kurdî de jî wiha ragihand:: “Li gor min heke ev musîbet û zilma ku li kurdan hatîye kirin li neteweyekî din hatibana kirin ew ê zimanê wan neteweyan ji holê rabûbana. Digel ew qas tiştan dîsa zimanê kurdî hat parastin û gihaşte roja me. Divê ji îro pê ve jî were parastin. Zimanê kurdî divê li dibistanan bibe zimanê perwerdehîyê, divê zarok pê fêr bibin da ku ev ziman dewlemend bibe. Li gor min di çareserîya pirsgireka kurd de erka zimanê kurdî ya ku bibe zimanê perwerdehîyê girîng e.Divê mêriv ji vê meseleyê ne tirsin, di vê qadê de gavên wêrek werin avêtin.”(ÎLKHA)