'HUDA PAR bû hêvîya herêmê'
Namzetê serbixwe Zekerîya Yapicioglu ya Amedê ya ku HUDA PARê piştgirîye didiye serdanên xwe yên gundan didomene.
Namzetê serbixwe Zekerîya Yapicioglu, ji bona ji ehlê gundan piştigirîye teleb bike serdanên xwe yên gundan didomene.
Zekerîya Yapicioglu, digel serokê HUDA PARê ya bajoraka Sûrê çûne gundên Kadîya Biçûk,Karanas û Bubyayê yên ku giredayî bajoraka Sûrê ne.Di dema ziyaretê de dîmenen gelekî xweş û germ derketin holê.
Yapicioglu li gundên ku çû ziyareta wan him gazin û gilîyên gundîyan guhdar kir û him ji xelkê gund re daxwazîyên xwe anî ziman.
Yapicioglu di serdanê de ji ehlê gund re wiha got: “ Emji we him teleba diayê dikin û him jî ji we dixwazin ku di hilbijartinan de piştgirîyê bidin me. Heger em bi piştgirîyên we têkevin meclîsê em ê li wê derê hewl bidin da ku bi şiklekî baş temsîlkarîya we bikin.”
“HUDA PAR bû hêvîya herêmê”
Ehlê gund di derbarê serdan û xebatên HUDA PARê û derbarê pirsgirekên gund de hest û ramanên xwe wiha anîn ziman: “ HUDA PAR bûye hêvîya herêmê. Lewra waye ev bû 30-40 sal e ku her kî hatibe hilbijartin ji vir re xizmet nekir. Me qet fêdeya wan nedît.”(ÎLKHA)