Îsraîl midaxeleyî filoya azadîyê kir
Îsraîl li avên navneteweyî midaxeleyî filoya azadîyê ya 3emîn kir.
Sîyonîst îsraîlê ku di mudaxele kirina Mavî Marmareyê de qetlîamek kiribû, keştîyekê ku bi bal Filîstînê ve bi aramca şikandina dorpêçîya Filîstînê bi rê ketibû mudaxeleyî kir. Sîyonîstan di avên navneteweyî de mudaxeleyî Fîloya Azadîyê ya 3emîn kir.
Di keştîya ku sîyonîstan lê mudaxeleyî kir de Serokomarê kevin a Tunusê Muhammed Munsîf El Mazrukî û Basît Gattaşê Filîstînî yê ku di meclîsa sîyonîstan de parlementer e jî hebû.
Hat hînbûn ku di mudaxeleyê de tu kes ne jîyana xwe ji dest da ne jî birîndar bûye.
Weke ku tê zanîn sîyonîstan berî niha mudaxeleyî keştîya Mavî Marmaraya ku ji bo alîkarîya misilmanên Filîstînî bi rê ketibû kiribû. Di encama êrîşa sîyonîstan de 10 misilan hatibûn qetilkirin. (İLKHA)