Midurê ku zarok teslîme PKKê kiribû re ceza
Midûrek û 3 alîkarên wî yên ku zarokek teslîmîkomeleyekî ku nêzî PKK kiribûn re 24 sal ceza hat xwestin.
Li Amedê midurek û 3 alîkarên wî ya dibistanekî ji ber hinceta zarorekî dizî kiribû teslîmî komeleyekî ku nêzî PKK kiribûn re 24 sal ceza tê xwestin.
Li gor doznameyê di derbarê tevlî midurê dibistanê û 3 alîkarên wî bi giştî 6 kesan de ji teref dozgerîyê ve ji 9 salan heta 24 salan ceza tê xwestin.
Ş.A, M.Z, N.Î, R.B, Ş.A û F.G re bi sûca “ Azadîya şexsî asteng kirin û endambûyîna rêxistina terorê ya biçek” ji 9 salan heta 24 salan ceza tê xwestin. Li gor agahîyan ew ê li rojên pêşîya me dest bi darizandina van kesan bikin.
Wek ku tê zanîn di 5ê Gûlanê ya 2015an de di encama li ser girtina Komeleya Hemwelatiyên Wekhevî de di nav wan de hinek kesên ku karmendê dewletê jî hene tevde 6 kes hatibûn derdest kirin. Navên kesên ku hatibûn dersdest kirin wiha hatibû eşkere kirin; Ş.A, M.Z, N.Î, R.B, Ş.A û F.G.
Kesên ku hatibûn derdestkirin piştî lêpirsîna wan ji teref dadgera nobedar ve bi sûcê ‘Azadîya şexsî asteng kirin û endambûyîna rêxistina terorê ya biçek’ hatibûn tewqîf kirin. (ÎLKHA)