Li Diyarbekirê PKKyîyek bi şiklekî birîndar hat girtin
Midûrê Ewlekarîyê ya Amedê Halîs Bogurcu bûyerên herî dawî nirxand.
Midûrê Ewlekarîyê ya Amedê Halîs Bogurcu bûyerên herî dawî nirxand û destnîşan kir ku di êrîşa çekdarî ya ku li Çinarê hatiye kirin de polîsek û kesekî sivîl jiyana xwe ji dest dan û her wiha li navçeya Sûrê jî PKKyîyekê ku êrîşa bi çek li polîsan kiribû bi şiklekî birîndar hatiye girtin.
Midûrê Ewlekarîyê ya Amedê piştî êrîşa çekdarî ya ku li Çinarê hat kirin de li Nexweşxaneya Selahaddînê Eyyûbî ya Dewletê di derbarê bûyerê de daxuyanî da.
Halîs Bogurcu, di derbarê bûyerê de ragihand ku di êrîşê de polîsek û hemwelatîyekê sivîl jiyana xwe ji dest dane û her wiha şexseke sivîl jî giran birîndar bûye.
Bogurcu, di derbarê bûyeran de her wiha ragihand: “Her wiha li navenda navçeya Sûrê jî komek xwest ku rê bibirin. Kesên ku xwastin rê bibirin bi çekên lûle dirêj êrîşî polîsan kirin. Di van bûyeran de kesek jê birîndar tevde 2 kes hatin binçavkirin.”(ÎLKHA)