Ev bû 48 roj ku ji Ecrîna biçûk xeber nayê standin
Ecrîn Tunça 5 salî ya ku berî vê 48 rojan ji nişka ve winda bûbû he jî tu xeber jê nehatîye standin.
Li navçeya Midyada Mêrdînê dema ku dêya wê paqijî dikir Ecrîn ji malê derkete dervê û bi ber dikanê ve çû. Ji wê rojê ve ev bû 48 roj ku winda bûye û jê xeber nayê standin. Malbata wê di nava hêvîya gihaştin û ditîna wê de ye.
Piştî ku Ecrîn winda bû, zarokên winda bûyî cardin hate rojevê. Lı gor lêkolîna ku Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê di navbera salên 2008 û 2011an de kiriye hejmara zarokên winda bûyî 27 hezaran derbas bûye.
Ji bona Ecrîn Tunça ku windabûye ji teref Walîtîya Mêrdînê ve ji bona ditîna wê hesabên facebook û twîtterê hatin vekirin. Walîtîya Mêrdînê destnîşan kir û wiha bang kir: “Kesên ku Ecrînê bibînin bila li ser malperên medyaya civakî peyamên îxbarê binivîsînin.” (ÎLKHA)