Ji Yetîm-Dera Ewrûpa ji kesên xêrxwaz re teşekur
Rayedarên Yetîm-Dera Ewrûpa a ku navenda wê li Elmanyayê ye destnîşan kirin ku wan di nava meha Remezanê de alîkarîya bi hezaran malbatan kirine û spasgûzarî û teşekurên xwe ji bona kesên xêrxwaz yên ku di mijara alîkarîyê de piştgirîyê dane wan kirin.
Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku li Tirkîyê û gelek cihên dinyayê alîkarîyên kesên hewcedar û feqîr dike destnîşan kir ku ew wek Yetîm-Derê di nava meha Remezanê 2015an de alîkarîya gelek kesên feqîr û hewcedar kirine.
Rayedarên Yetîm-Dera Ewrûpa her wiha ji kesên xêrxwaz yên ku di vê mijarê de alîkarîya wan kirine re jî spasgûzarîyên xwe anîn ziman.
Serokê Giştî ya Yetîm-Dera Ewrûpa Huseyn Ateş di darbarê alîkarîyên ku di meha Remezana 2015an de hatine kirin de wiha ragihand: “Me wek Yetîm-Dera Ewrûpa di meha Remezana 2015an de li Tirkîyê, Filîstîn, Welatên Belqanê û her wiha li Ewrûpa û li Afrîkayê jî alîkarîya malbatên feqîr û jar kir. Bi van alîkarîyên ku me kirin êtîm û sêwî û her wiha kesên hewcedar kêfxweş bûn.”
Ateş di derbarê temînkirin û gihaştindina alîkarîyan de jî hest û ramanên xwe wiha anî ziman: “ Ev alîkarîyên ku hatine kirin di serî de bi alîkarîya Xwedê Teala û dûvre jî bi wesîleya xebatên kesên fedakar hatin kirin. Ez spasgûzarîyên xwe ji kesên dildar û xêrxwaz yên ku di van xebatan de alîkarîya me kirine dikim.”(ÎLKHA)