Li Agirî êrîşa xwekujî li qeraqola cendirme hat kirin
Li navçeya Bazîda Agirî ji teref PKKyîyan ve bi traktora bombebarkirî êrîşa xwekujî li qeraqola cendirmê hat kirin, di êrîşê de 2 esker jiyana xwe ji dest dan û her wiha 24 esker jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di êrîşa xwekujî ya ku ji teref PKKê ve li qeroqolê hatiye kirin de 2 esker jiyana xwe ji dest dan û 24 esker jî birîndar bûn.
Di derbarê êrîşa ku hatiye kirin de ji teref Walîtîya Agirî vê daxuyanîyeke nivîskî hat dayîn. Di daxuyanîyê de wiha hat ragihandin: “ Êrîşa xwekujî ya ku li Qeraqolla Karabulakê hatiye kirin di seat 03.00an de pêk hat. Êrîş bi traktorên bombebarkirî hatiye lidarxistin.”
Hat ragihandin eskerên ku di êrîşê de birîndar bûbûn bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên derdorê. (ÎLKHA)