PKK êrîşî Nexweşxaneya Leşkerî kir
Li navçeya Tetwana Bidlîsê PKKyîyan bi çekên lûle dirêj êrîşî Nexweşxaneya Eskerîyê kirin.
Li Taxa Dumlupinara Tetwanê PKKyîyan êrîşa çekdarî li Nexweşxaneya Eskerîyê kirin. Êrîş ji ser banê avahîyekê nêzî nexweşxanê hat kirin. Hat hînbûn ku di êrîşê tu kes ne mirî ye ne jî birîndar bûye.
Di derbarê êrîşê de ji teref Walîtîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku di êrîşa çekdarî de birîndar û mirî tune ye, tenê di qulûbeya nobedê de xesara maddî çêbûye.
Hat ragihandin PKKyîyên ku êrîşê li dar xistine bi erebeyeke reş ji cihê bûyerê revîyane.
Ji bo êrîşkar werin girtin operasyon dan destpêkirin. (ÎLKHA)