HUDA PAR vexwendina daxuyanîya çapemenîya girseyî
HUDA PAR ji ber kaos û şideta ku li herêmê berdewam dikin bi dawî bibin wê roja Şemîyê li Qada Şêx Seîd daxuyanîya çapemenîya girseyî li dar bixe.
Partîya Doza Azad a Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ji bona şidet û kaosa ku li heremê hê jî berdewam dikin bi dawî bibin wê bi navê ‘Êdî bes e! Ji zordarî û kaosê re na, Ji biratî û hizûrê re erê!’ daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî li dar bixe.
Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Bajêra Amedê ya Partîya Doza Azad ve hatîye dayîn de hat diyarkirin ku daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî wê di 6ê îlona 2015an de li Qada Şêx Seîd bê li dar xistin.(ÎLKHA)