Hamaney têkiliyên bi ABD ra qedexe kir
Serokê dînî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney diyar kir, "qedexe ye" ku rayedarên Îranê bi Amerîkayê ra bikevin têkiliyê û hevdîtinan bikin.
Ji ofîsa serokê dînî daxuyanî hat dayîn. Ligor daxuyaniyê Hamaney fermandarên Hêzên Deryayî yên Artêşa Mihafizên Şoreşê û malbatên wan li îkametgaha xwe qebûl kir û wiha got: "Amerîkayî dixwazin bi rêya têkilî û hevdîtinan nifûzî Îranê bikin."
Hamaney got ku ew ne li dij e ku Îran bi welatên Ewropayê û welatên din ra bikeve têkiliyê, lê heke ku bi rêvebiriya Washîngtonê ra bikeve têkiliyê, Amerîka wê nifûzî Îranê bike. Hamaney got ku hin girse vê yekê fêm nakin.
Hamaney qedexe ye ku rayedarên Îranê bi Amerîkayê ra bikevin têkiliyê û hevdîtinan bikin û wiha dewam kir: "Têkilî û hevdîtinên bi Amerîkayê ra kêrî welêt nayê, gelek zirarê dide welêt."
Hamaney beriya niha jî gotibû ku ji bilî mizakereyên nukleerê ew ê bi Amerîkayê ra nekevin têkiliyê. (AA)