'Wehşeta 6 û 7ê cotmehê wê neyê jibîrkirin'
Li Diyarbekirê par di 6 û 7ê cotmehê da bi behaneya Kobanê xwepêşandanên bêdestûr hatin lidarxistin û li Diyarbekir û gelek bajarên din mirî û birîndar çêbûn. Gelek avahiyên taybet û qamûyê, kargeh, banqe, dibistan û wesaîtan zirar dît. Li Diyarbekirê jî Yasîn Boru û 3 hevalên wî dema ku goştê qurbanê belav dikirin, hatin kuştin.
Hin nûnerên rêxistinên civaka sivîl, di salvegera bûyerên 6 û 7ê cotmehê da bal kişandin ser tesîra bûyeran.
Serokê Komeleya Alîkarî û Tevkariya Gund, Mezre û Bajarokên Diyarbekirê (Koy-Der) Omer Tekdal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku digel hemû STKyên îslamî di 6 û 7ê cotmeha 2014an da komeleya wan jî rastî êrîşê hat.
Tekdal behsa kaosa wê demê kir û wiha axivî: "Heta niha gelek komkujiyên PKKê çêbûn. Wexta ku ev komkujî hat kirin, jinên ku ev bûyer dîtin û piştgirî dan êrîşê zilxit lêxist û pîrozbahî kirin. Bûyerên 6 û 7ê cotmehê rûyê PKKê yê rastîn derxist holê."
Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Îhya-Derê Muzaffer Beber jî ragihand, dinya hemû û mirovahî bi wehşet û komkujiya 6 û 7ê cotmehê dizane û jibîr nake.
Arif Saydamê ku li Batmanê di bûyeran da texsiya wî hat şewitandin jî got ku daxwaza wî ew e ku cardin bûyerên wiha dernekvin.
Saydam got ku mirovê herêmê van bûyeran heq nakin û wiha dewam kir: "Em êdî naxwazin bûyerên wiha derkevin. Salek li ser bûyeran ra derbas bû hê nehatiye jibîrkirin. Li hin navçeyan mirov nikarin derkevin derva. Mirovên herêmê vê heq nakin. Bi pêvajoya çareseriyê ra li başûrê rojhilat refah û hizûr hebû. Kesên ku van bûyeran derdixe, zirarê dide gelê xwe. Divê dewlet tevdîran hilde ku cardin ev bûyer dernekevin." (AA)