Hûrgilîyên pevçûnê tên
Hûrgilîyên pevçûna ku li Amedê pêk hat eşkere dibin.
Mînareya Çar Ling a Mizgefta Şêx Mutehar a li navçeya Sûra Amedê di pevçûnên dawî de zirar dîtibû. Ji ber vê yekê îro ji teref Baroya Amedê ve daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn. Di derdora dawîya daxuyanîyê de li Balikçilarbaşiyê polêsan erebekî ticarî da sekinandin. Di ereba ku hat sekinandin de ji teref kes/ên ku peyabûn ve li ser qelebalixê de agir hat berdan.
Êrîş, di dema Tahîr Elçî xwest ku li Mînareya Çar Ling dovîzên ‘Mînareya Çar Ling ji lingê wê ve lê xistin’ daliqîne hat kirin. Piştî ku polêsan bersîv dan şer dest pê kir. Di heman deme de Elçî ji serê xwe hat lê dan. Elçî, rakirin Nexweşxaneya Dewletê yê Selahedîn Eyûbî. Di gel tim midaxaleyan Elçî, jiyana xwe ji dest da.
Bûyer, di saet 10.30an de qewimî. Ji xeynî Tahîr Elçî polêsekî jî jiyana xwe ji dest da. Ji alîyekî din ve hat ragihandin ku li Nexweşxaneya Dewletê yê Selahedîn Eyûbî û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîya Gazî Yaşargîlê di nav wan de polês û nûçegihanê Ajansa Anadoluyê Azîz Aslan jî heye bi tevahî 9 birîndar tên tedawî kirin.
Gor agahîyên ku hatine bi dest xistin di derekî ku nêzê daxuyanîya çapemenî tê dayîn de polêsan ji erebekî guman kirin û erebê dan sekinandin. Ji teref kesên ku di erebê da ne gule tê berdan. Di dema ku erîş dest pê kir de 2 polês birîndar bûn. Êrîşger jî ji erebê peya dibin û direvin. Dûvre hat ragihandin ku 2 êrîşger bi alîyê ku daxuyanî tê daxuyandin ve direvin. Di vê navê de di naveyna polêsên şaxa ewlehîyê yên ku cem Tahîr Elçî û endamên baroyê bûn û êrîşgeran de pevçûn derdikeve. Di dema pevçûnê de Elçî, bi şiklekî giran birîndar dibe.
Elçîyê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî her çiqas ji bona baş bibin hewldan hatibûn dayîn jî jiyan xwe ji dest da. Naskirîyên Elçî yên ku hatin nexweşxanê gelekî xemgîn bûn.
Tahîr Elçî di daxuyanîya çapemenîyê ya ku li ber Mînareya Çar Ling da de herî dawî van peyvan gotibû: “Em li mekana hevpar a însanîyetê sileh, pevçûn û şer naxwazin. Bila şer, pevçûn, sileh û operasyon ji vê mekanê dûr bin. Em li nirxên xwe yên dîrokî xwedî derkevin.”
Li gor agahîyan cenazeya Tahîr Elçîyê ku jiyana xwe ji dest daye wê sibe di seat 11.00an de ji morga nexweşxanê were girtin û li Goristana Yenîkoyê bispêrin axê. (ÎLKHA)