Dayîna axê Filîstînîyan
Serokê Rejîma Îsraîlê dagirker Binyamîn Netanyahu diyar kir ku ji Filîstînîyan re dayîna axê ne mijara axavtinê ye.
Hat ragihandin ku Serokê Rejîma Îsraîlê Sîyonîst Binyamîn Netanyahu diyar kir ku ew dê ne 40 hezar donim, ne 10 hezar donim ne jî mêtrekî erd nedin Filîstînîyan.
Di dezgeha Serokwezîrtîya Îsraîlê de daxuyanîya nivîskî hat dayîn. Her wiha hat zanîn Netenyahu diyar kirîye ku him di mijara zagona hemwelatîyê de him jî di derbarê qedexekirina fealîyetên Hareketa Îslamî ya Filîstînê ya 1948an de biryardarin.
Di çapemenîya Îsraîlê de hatibû diyar kirin ku Netanyahu dê wek yekalî erd bide rêvebirtîya Filîstînê.
Hereketa di serkêşîya Şêx Raîd Salah de ye di 16ê mijdarê de ji teref qebîneya ewlehîyê ya Îsraîlê ve wek rêxistinekê dereqanûnî hatibû îlankirin. Di Şerîaya Rojava û cîyên cûr bi cûr yên Îsraîlê hatibû protestokirin. (ÎLKHA)