Zaroka Sûriyeyî ji birçîbûnê mir
Zaroka yek salî ya pîreka ku ji ber şerê Sûriyê bazda û hate Tirkiyê li Otogara Edenê ji ber serma û birçîbûnê jiyana xwe ji dest da.
Zaroka yek salî ya pîreka ku ji ber şerê Sûriyê ji bajêra Heleba Sûriye bazda û hate Tirkiyê li Otogara Edenê ji ber serma û birçîbûnê jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin Nesrîn Berdoşa 33 salî piştî ku êrîşên Rûsyayê li Halebê zêde bûn re ew û digel 5 zarokên xwe ku herî biçûkê wan yek salî bû bi peyatî ji Helebê hatin Tirkiyê.Nesrîn Berdoşa ku digel 5 zarokên xwe hatibû Edenê ji bona biçin Stenbolê li otogara Edenê rawestiyan ku Nesrîn Berdoş fêmkir ku qîza wê yek salî Garam Berdoş qet hareket nake û hewl da da ku wê hişyar bike.
Nesrîn piştî ku alîkarî ji derdora xwe xwest re ambûlans hate otogarê. Karkerên tenduristiyê piştî ku hatin cihê bûyerê fêmkirin ku Garama yeksalî jiyana xwe ji dest daye.Hat ragihandin Garam ji ber serma û birçîbûnê jiyana xwe ji dest daye.Hat hînbûn berî vê 4 mehan jî zilamê wê jiyana xwe ji dest daye.
Ji rexê din ve hat hînbûn cenazeya zaroka yeksalî ji teref malbata wê ve ji ber bê îmkan û derfetiyan nehatiye girtin.Ji ber vê yekê cenazeya Garam piştî ku 15 rojan hat sekinandin re ew ê li Goristana Bêkesan bê definkirin. (ÎLKHA)