Li Bursayê teqîn:1 mirî û 7 birîndar
Li kêleka Mizgefta Mezin a Bursayê teqîn pêk hat. Di encama teqînê de 1 kes mir û 7 kes jî birîndar bûn.
Li Bursayê li kêleka Mizgefta Mezin a Bursayê ya ku ser Cadeya Ataturkî ye teqîn pêk hat. Hat ragihandin ku 1 kes miriye û 7 kes jî birîndar bûne.
Teqîn di derdora saet 17.30an de pêk hat. Bi bandora teqînê avahiyên hawîrdor zirarê dîtin.
Piştî teqînê birîndaran rakirin nexweşxaneyên cûr bi cûr û polês jî ji bo ku gel ji ciyê bûyerê dûr bibin tim û tim anons dike.
Gor agahiyên ku ne fermî ne sedema teqînê xwekuj e. Tê texmînkirin ku xwekuj pîrekek 25 salî ye.
Piştî teqînê polêsan pêşgiriya ewlehiyê girtin. Cadeya Ataturkî ji trafîkê re hat girtin. Di derbarê bûyerê de tehqîqat didome.
Walîtiya Bursayê: Çavkaniya teqînê xwekuj e
Walîtiya Bursayê di derbarê teqîna ku doh li kêleka Mizgefta Mezin a Bursayê pêk hat de daxuyanî da û destnîşan kir ku sedema teqînê xwekuj e.
Di daxuyaniyê ye mijar wiha hat diyar kir: “Teqîn di saet 17.26an de li navçeya Bursa-Osmangaziyê li kêleka deriya Mizgefta Mezin a ku li rojavayê dinêre pêk hat. Pîreka ku tê gumankirin xwekuj e bi mekanîzmaya ku li ser wê bû teqand. Di encama vê yekê de 7 welatiyên me birîndar bûne û van birîndaran rakirina saziyên tendirustuyê ya herî nêzik. Yekeyên ewlehiyê tehqîqata di derbarê vê teqînê de didomînin.”
Her wiha hat idîakirin piştî teqînê 2 xwekujerên ku li hawîrdor bûne bi şiklekî diltirs ji wir revîne.
Di derbarê êrîşa Bursayê de 15 binçavî
Di derbarê teqîna ku li kêleka Mizgefta Mezin a Bursayê pêk hatibû û bûbû sedema mirina kesek û birîndarbûna 13 kesan de 15 kes hatin binçavkirin.
Hat ragihandin 15 gumanbarên ku tê diyarkirin têkiliya wan bi teqîna Bursayê re heye hatinê binçavkirin û wan anîne Bursayê.
Her wiha hat ragihandin ku piştî kontrolkirina tendirustiya gumanbaran ji bo lêpirsînê wan birine Midûrtiya Şaxa Tekoşîna bi Terorê re ya Midûrtiya Ewlehiya Bursayê. (ÎLKHA)