Li Belçîka Kurdekî Misliman qetil kirin
Mehmet Salîh Kayayê ku ehlê Gundê Gêra Caferê ya girêdayê navçeya Kerborana Mêrdînê ye li bajarê Charleroiya Belçîkayê ji teref Abdulhakîm Kaya hat şehîdkirin.
Mehmet Salîh Kayayê 38 salî yê ku 4 sal berê ji bajarê Mêrdînê çûbû bajarê Charleroiya Belçîkayê bicî bûbû di taxa ku exlebê wî PKKyî bûn de dijiya. Hat ragihandin ku Kaya çendîn car ji teref PKKyiyan ve hatiye tehdîtkirin.
Hat ragihandin Kurdên ku di taxa Navenda Civaka Kurdan a Charleroî ya saziya PKKyiyan jî li wir bû de dijiyan ji bo ku naçin wê saziyê ji teref PKKyiyan ve hertim dûçarê zextê dibin. Ji kesên ku zextê didît yekî jî Salîh Kaya bû. Ew ji ber ku nediçû wî saziyê çendîn car ji teref PKKyiyan ve hatibû tehdîtkirin.
Di taxa ku exlebê wî Mêrdînî dijîn de dîsa bi heman şiklê di 28ê Gulana 2014an de mixtarê Gundê Gêra Caferê Mehmet Ugurtay ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin û di derbarê Ugurtayî de axavtinên neyînî hatibû kirin. Ji ber vî yekê PKKyiyan zexta xwe ya li ser Salîh Kayayê zêdetir kiribûn.
Her wiha hat belavkirin ku malbata Kayayî jî berê 3 car ji teref PKKyiyan ve hatiye tehdîtkirin. Heta ji malbatê rê wek tehdît name hatiye şandin. Di nameyê de hatiye destnîşankirin ku dê Salîh Kaya bi kêrê were kuştin .
Di gel tehdîtan Salîh naçe saziya PKKyiyan. Dema ku Salîh diçe îş ji endamê Navenda Civaka Kurdan a Charleroî ya saziya PKKyiyan û Mêrdînî Abdulhakîm Kaya li Salîhî heqaret dike. Dema Ku Abdulhakîm Kaya heqaret li merhûm Mehmet Ugurtay dike Salîh wek bersiv dibêje ‘Tu ji kesê ku wefat kiriye çi dixwazî?’ Piştî vî gengeşeya kurt Salîh aliyê wesayîta xwe ve diçe. Abdulhakîm Kaya wî teqîb dike û wî li kêleka wesayîta wî kêr dike.
Salîh Kayayê ku dûçarê êrîşê bûye û 3 car ji qelbê xwe hatiye kêrkirin li ciyê bûyerê şehîd dikeve. Salîh Kaya ji teref kesên hawîrdor ve wek dîndar tê naskirin. Salîh, zewicandî û xwediyê 3 zarokan e.
Her wiha hat ragihandin ku Abdulhakîm Kaya ji bo 20 hezar Euroyê qaçaxtiya însanan dike û bi heman şiklê Li Ewrûpayê di nabeyna pirsgirêkên ku diqewime de li ser navê PKKê 30 hezar Euro xerac sitandiye.
Cesedê Mehmet Salîh Kayayî niha di mirîxaneya Nexweşxaneya Sîte Natre Dame de ye. Hat ragihandin ku dê Salîh li Gundê Gêra Caferê were definkirin.
Salih Kayayê ku li Belçîkayê hatibû şehîdkirin tênin memlekata wî
Mehmet Salih Kayayê ku eslê xwe ji gundê Gêra Cafera Kerboranê bû berî vê 4 salan çûbû bajêra Charleroiya Belçîkayê û li wê derê bi cî bûbû ku li wê derê di êrîşa PKKyiyan de ji qelbê xwe bi derbeyên kêrê birîndar bû.Kayayê ku bi derbeyên kêrên PKKyiyan birîndar bûbû şehîd bû.
Piştî muameleyên otopsî û vekolînê yên ku hatin kirin naaşa Mehmet Salih Kaya teslîmî malbata wî hat kirin.
Naaşa Mehmet Salih Kayayê ku bavê 3 zarokan bû piştî ku anîn Tirkiyê ew ê li gundê Gêra Cafera Kerboranê bisperin axê.
'Sûcekî' wî tenê hebû ew jî misliman bûyîn bû
Naaşê Mehmet Salih Kayayê Gêra Caferî yê ku heftiya borî roja duşemê li bajêra Charleroîya Belçîkayê ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin ew ê di 22ê Gulanê roja yekşemê di seat 15.30an de bi balafirê bînin Balafirgeha Êlihê û ew ê ji wê derê naaşê wî bibin gundê Gêra Cafera Kerboranê. Mehmet Salih Kaya ew ê li gundê wî bisperin axê.
Naaşê Mehmet Salih Kayayê Gêra Caferî yê ku heftiya borî roja duşemê li bajêra Charleroîya Belçîkayê ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin piştî ku hat şuştin re ji bona wî ji teref hezkirî û naskiriyên wî ve nimêja cenaze hat edakirin.
“Cenazaya mezlûmekî bi vî awayî ji Ewrûpayê ne çûye Tirkiyê”
Piştî nimêja cenaze ya ku hat edakirin re kesên naskiriyên wî di derbarê Kaya de diyar kirin ku ew mudawîmê mizgeftê bû û xwediyê hilmê bû.
Mela Abdurrehman Ortaçê ku piştî nimêja cenazê axavtinekê kir di derbarê Mehmet Salih Kaya de diyar kir ev bû nêzî 40 salî cenazaya mezlûmekî bi vî awayî ji Ewrûpayê ne çûye Tirkiyê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi heman awayî Mehmet Salih weke navê xwe mu’mîn bû û tu zirara wî negihaştibû tu kesî û însanekî mezlûm bû. Kesên ku wî nas dikin jixwe şahidiyê dikin û kesên ku wî nas nakin jî bila ji kesên ku wî nas dikin bipirsin.Sûcekî wî tene hebû ew jî misliman bûyîn bû.Li pey de 2 zarokên nexweş man û ji xwe ew jî nexweş bû.”
Ortaç di berdewama axavtina xwe balan kişande li ser mezlûmiyeta M. Salih Kaya û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ne dê û bav û ne jî kesekî ku ji xwîna wî be li vê derê tune ye. Esasên, birayên Salihî hûn in. Mu’mîn encax bira ne.Divê wateya vê di gotinê de nemîne û pêwîst e ku di esasê de be.Em ji ber çûyîna wî xemgîn in.Me wî şuşt û em ê li pey de bigirîn, em ê jê re dua bikin.Vaye biratî ev e. Gotina Tirk, Erep û Kurd bira ne bi gotinê nabe , divê bi amelê be.”
“Divê kesên qatil bên cezakirin da ku ji hinek kesan re bibe ders û îbret û da ku qestî canê mezlûminan din nekin”
Ortaç di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê kesên qatil bên cezakirin da ku ji hinek kesan re bibe ders û ibret û da ku qestî canê mezlûminan din nekin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda Teala him li vê dinyayê û him li dinyaya din heqê wî ji wan bistîne û vê yekê jî nîşanî me jî bide.Her kî bi qestî mu’mînekî bikuje ew ê roja qiyametê ebedî di cehennemê de be.Ya Rebbî! Ev edaleta te ye.Em wek evdên te aciz in, li vê dinyayê ceza bide qatilan da ku ji hinek kesên din re bibe ders û îbret, bila qestî canê mezlûminan din nekin.Sûcê Salihî çi bû? Çima wî kuştin? Em şahid in ku ew mu’mîn bû, wek navê xwe salih bû.Min heta îro nêzî 100 kesî şuşt, her wiha cenazeya şehîdên ku di sala 1992an de li Sûsayê ji teref PKKê ve hatin şehîdkirin jî şuşt.Wellahî wesfên di wan naaşên şehîdan de di vê naaşê de jî heye.Ez şehadet dikim ku rihê vî însanî bi şikleke tahir çû ba hizûra Xwedê.”
“Daîmen şikir dikir û însanekî kanaatkar bû”
Abdulcelîl Ercanê ku ji hevalên M. Salih Kaya bû di derbarê hevalê xwe de wiha axivî:” Min rehmetî berî vê 2 salan ji ber xebatên wî yên dawetên Îslamî nas kir.Di navbera mala min û wî de 100 metro dûrahî hebû û min xwest ku em hevdû nas bikin. Min bihîst ku lawê malbatekî misliman e.Bi şiklekî min nimreya telefona wî peyde kir. Ew û zarokên wî nexweş bûn û tu dehata wî tune bû, lê daîmen şikir dikir û însanekî kanaatkar bû.Carinan di înşaatan de dixebitî.Pir kanaatkaar bû. Her wiha zirarê nedida tu kesî.Li derdora xwe dihat hezkirin. Nimêjên xwe exlebe li mizgeftê dikir. Tehemmulî vê dîndarbûna wî nekirin û ji ber vê yekê wî qetil kirin.”
“4-5 rojan di mirîxaneyê de ma lê tiştek bi bedena wî nehat”
Ercan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew beşdarî şuştina cenazeya şehîd bûye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ya Rebbî! Ez şahidiyê dikim ku ew şehîd e. 4-5 rojan di mirîxaneyê de ma lê tiştek bi bedena wî nehat.Heta ku ez bimirim ez ê wî ji bîr nekim.”
“Birayê me Salih însanekî mînak bû”
Gokhan Bayirê ku ji hevalên M. Salih Kaya bû di derbarê hevalê xwe de hest û ramanên xwe bi vî awayî anî ziman: “Ev bû nêzî 4 salan ku ez wî nas dikim.Rûken bû , digel temamê pirsgirêk û zehmetiyan her tim digot ya bi xêr.Ji însanan re bi feyde bû.Zirara wî ji tu kesî re tune bû.Ji bona sohbetan diçû komele û mizgeftan.Bi tu kesî re hisûmetdar nîn bû.Em a niha hemû şaş mane. Xweda wî bixe cennetê.”
Li taxa ku lê saziyeke PKKê ya bi navê Navenda Civata Kurd a Charleroî heye zext li Kurdên ku lê dijîn tên kirin da ku biçin wê komelê û beşdarî fealiyetan wan bibin.Mehmet Salîh Kaya jî ji bona ku neçe vê komelê li ber xwe daye û ji ber vê yekê jî bênavber hatiye tehdîdkirin.
Malbata Mehmet Salih Kaya diyar kir berî niha 3 caran tehdîd li wan hatiye kirin ku ew ê ew ji teref PKKê ve bê kuştin û heta ji wan re gotine ku ew ê Salih Kaya bi kêran bê kuştin. Di nihayetê de Salih Kaya ji teref Abdulhakîm Kayayê PKKyiye ku Mêrdînî ye û endamê vê komeleyê ye ve bi kêran hat şehîdkirin.
Naaşê Mehmet Salih Kayayê Gêra Caferî yê ku heftiya borî roja duşemê li bajêra Charleroîya Belçîkayê ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin ew ê di 22ê Gulanê roja yekşemê di seat 15.30an de bi balafirê bînin Balafirgeha Êlihê û ew ê ji wê derê naaşê wî bibin gundê Gêra Cafera Kerboranê. Mehmet Salih Kaya ew ê li gundê wî bisperin axê.
Ji Hz Adem heta îro kufir mayînde nebûye
Ji bo Mehmet Salîh Kayayê ku çend roj berê li bajarê Charleroiya Beljîkayê ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin di Navenda Çand û Werzişa Ciwaniyê ya Federasyona Îslamê ya Bejîkayê de teziye hat vedan.
Di teziya ku ji bo Mehmet Salîh Kaya hat vedan de Mela M. Fatîh Demîrtaş axivî. Demîrtaş di axavtina xwe de qala dilnizmî û mezlûmiyeta Kayayî kir.
“Em hêvîdar in ku Mumîn di herba heq û batilê de huşyar bibin”
Demîrtaş diyar kir însan li kû dibe bila bibe dê mirin wî bibîne. Dûvre Demîrtaş wiha axivî: “Em dibînin ku herba heq û batilê yên Hz Musa û Firewn, Hz Îbrahîm û Nemrûd, Hz Muhemmed û Ebû Cehîl, Ebû Leheb Umeyye bîn Halef û tayfa wî; Hz Huseyn û Yezîd domiye. Di vî şerê heq û batilê de divê ku Mumîn umrê xwe yê kurt li ser rêya heqiyê bidomînin. Em hêvîdar in ku Mumîn di herba heq û batilê de huşyar bibin.”
Demîrtaş destnîşan kir ku kufir her tim li dijî heqê bûye. Dûvre wiha axavtina xwe domand: “Reng, ziman, dîn û şeklê kufrê tune. Ji xwe wateyê kufrê jî ‘veşartina heqiyê’ ye. Dema ku dabaş heqî bibe ehlên kufrê rêyekî dibînin û heqitê vedişêrin. Dê ew tu wext nekarin heqiyê veşêrin. Dê roj bi heriğe nete suwaxkirin.”
“Ji Hz Adem heta îro kufir mayînde nebûye”
Demîrtaş diyar kir ku mirin ji herkesî re heye. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mirina me înşeallah dê me bigihijîne Xweda. Lê mirina wan him di vî dinyayê de him jî di axîretê de zillet û ezab e. Kafir dizanin ku ew çi dikin ji wan re bi heman şiklê dimîne. Zalim dizanin ku karên ew dikin ji wan re wek qezenc dimîne. Ew xelet in. Xweda wiha ferman dike; ‘Xem nekin, şist nebin. Heke hûn bawer dikin bêguman dê hûn bibin xalib.’ Ji Hz Adem heta îro kufir mayînde nebûye.”
“Di demekî nêzik de mizgînî bide wan”
Demîrtaş belav kir tiştên ku zahirî ji Mislinan re bi şiklekî neyînî xuya dike divê ku nebe sedema bêhêvîtiyê. Dûvre wiha pê de çû: “Em dizanin ku bedelekî baweriya li Xweda heye. Bedela batilê di vî dinyayê de ew e ku Xwerda bi destê Mumînan zaliman rezîl û rûsway dike. Di axîretê de jî ji bo wan ezabekî mezin heye. Roj vediguherin. Tiştên ku zahirî ji Mislinan re bi şiklekî neyînî xuya dike divê ku nebe sedema bêhêvîtiyê. Di demekî nêzik de mizgînî bide wan.”
“Mesele ziman, mezheb, irq nîne, mesele îman û kufir e”
Demîrtaş herî dawî wiha axivî: “Heke Munîn xwedî dirayet bibin û heke Mumîn bi boyaxa Xweda werin boyaxkirin û sef sef bibin yek bi izna Xweda dê hesaba zaliman xirab bibe. Kesên ku me ji zimanên din diqetînin îro li kesên ku heman zimanê diaxivin û ji heman irqê ne didin. Mesele ziman, mezheb, irq nîne, mesele îman û kufir e. Înşaellah dê kesên ku xwediyê ehlê îmanê ne qadê ji wan re nehêlin. Dê tu tişt neyê jibîrvekirin û dê tu tişt wekê berê nebe.”
(ÎLKHA)