Erdogan bi malbatên şehîdên re hevdîtin kir
Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo hinek temas û têkiliyan hatibi Diyarbekirê bi malbatên şehîdên 6-7ê Cotmehê re hevdîtin kir.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan li Diyarbekirê bi malbatên Yasîn Boru, Hasan Gokgoz û Huseyîn Dakakî re hevdîtin kir. Wekê ku tê zanîn Yasîn Boru, Hasan Gokgoz û Huseyîn Dakak di 6-7ê Cotmeha 2014an dema ku goştê qurbanê belav dikirin ji teref HDPKKê ve hatibûn qetilkirin.
Erdogan piştî ku di otelekî taybet de bi STKyan re hat cemhev bi Hatîce Boruya dayîka Yasîn Boruyî û bavê wî Fîkrî Boru, Mehmet Gokgozê bavê Hasan Gokgozî û Oztekîn Dakakê bavê Huseyîn Dakakî re ji çapemeniyê re wek girtî hevdîtin kir.
Erdogan di bernameya ku hat lidarxistin de wiha axivî: “Ji hevserokên partiya ku diyar e û ji teref rêxistina terorê ve tê piştgirîkirin yekê wî bang li birayên min ên Kurd kir û wan derêxist kolanan. 53 welatiyên me li vir hatin kuştin. Di nav van de Yasîn Boruyê 15-16 salî jî hebû. Sûcê wan çi bû? Dê hûn di qata 3 yemîn de ciwanê 15-16 salî biavêjî. Dûvre bi şiklekî wehşiyane bi erebê li ser de derbas bibî. Ji ber ku ew wekê te nafikire. Ez li vir jî bang dikim. Ey darazanî! Di derbarê vî yekê de çi ji destê te tê bike. Heke darazanî di derbarê vî yekê de çi ji destê wî tê neke dîrok dê hesaba vî bipirse.”
Malbatên şehîdên 6-7ê Cotmehê qala hevdîtina bi serokkomar re kirin
Malbatên şehîdên 6-7ê Cotmehê Boru, Dakak û Gokgoz doh bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirin. Wan destnîşan kir ku wek mexdûr ragihandine bila kesên ku bûyerên 7-6 Cotmehê bi gel dane kirin jî werin darizandin.
Wekê ku tê zanîn di 6-7ê Cotmeha 2014an de Yasîn Boru, Hasan Gokgoz û Huseyîn Dakak dema ku goştê Qurbanê belav dikirin ji teref HDPKKê ve hatibûn qetilkirin. Di vî bergeha mexdûriyeta bûyerên 7-6 Cotmehê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi malbatên Boru, Dakak û Gokgozî re hevdîtin kir.
Malbatan di derbarê axavtina ku bi Serokkomar Erdogan re kirine de ji ÎLKHAyê re axivîn. Wan belav kir ku wek malbatên mexdûr ragihandine bila kesên ku bûyerên 7-6 Cotmehê bi gel dane kirin jî werin darizandin.
Ji mexdûran Fîkrî Boruyê bavê Yasîn Boruyî diyar kir wî ji Erdogan daxwaz kiriye ku qetîlên zarokên wan werin darizandin.
“Serokkomar soz da ku dê ew dozê bişopîne”
Bav Boru bal kişand ku ew ji hevdîtinê razî bûye. Dûvre Boru axavtina xwe wiha domand: “Me ji Serokkomar Erdogan daxwaz kir ku ew doza Yasîn Boru û yên hevalên wî bişopîne. Serokkomar jî soz da ku dê ew dozê bişopîne. Me jî ragihand ku dê em jî dozê bişopînin. Her wiha me daxwaz kir bila kesên ku bûyerên 7-6 Cotmehê bi gel dane kirin jî werin darizandin.
Oztekîn Dakakê bavê Huseyîn Dakakî diyar kir ku wan ji Serokkomar Erdogan xwestiye ku bila Selahattîn Demîrtaş jî were darizandin. Dûvre Dakak axavtina xwe wiha domand: “Me ji Serokkomar xwest ku bila mehkeme bi şiklekî rêkûpêk bidome. Ji xwe ew di kursiyê de axivî, Wî di kursiyê de wiha diyar kir; ‘Ey darazî! Çi ji destê te bike. Heke Darazî wezîfa xwe pêk neyne dîrok dê hesaba vî yekê bipirse.’ Wek malbatên mexdûr em jî ji Serokkomar hêvîdar in. Di rojên beriya me de em dê li Enqerê bi Serokkomar re hevdîtin bikin.”
Dakak ragihand ku ew wek malbatên mexdûr ji ber daxuyaniyên Serokkomar hêvîdariya wan zêdetir bûye. Dûvre Dakak wiha axavtina xwe domand: “Axavtina Serokkomar a di derbarê daraziyê de hêviya me zêdetir kir. Hêviya me ji daraziyê tunebû. Ji ber vî axavtinê heke hakim vî guhdar kiribe înşeallah dê bersûc bigêhêjin heqên xwe.”
Mehmet Gokgozê bavê Hasan Gokgozî destnîşan kir ku di derbarê mehkeme û darizandina bersûcan de hêviya wan zêdetir bûye. Gokgoz diyar kir ew dixwazin ku edalet were cî.
“Ew diçin li ku bila biçin dê em wan teslîmê edaletê bikin”
Bav Gokgoz wiha axivî: “Me ji Serokkomar xwest ku bila dosyayên qetîlên zarokên me berhev bikin. Ji qetîlê lawê min re dibêjin zarok lê wan zaroka min qetil kirin. Min ji Serokkomar xwest ku bila cezaya sermedî bidin qetîlê lawê min. Min xwest bila kesên ku bûyeran bi gel dane kirin jî werin darizandin. Lewra ev kes hêdî hêdî ji vir direvin.
Gokgoz ragihand ku Erdogan jê re gotiye; ‘ew diçin ku bila biçin. Ew dê wan teslîmê edaletê bikin. Dûvre Gokgoz wiha pê de çû: “Wek malbatên mexdûr me pirsgirêkên xwe ji Seokkomar re ragihand. Înşaellah di derbarê vî yekê de em benda geşedanan in.” (ÎLKHA)