Hejmara 15. a 'Kovara Bangaheq Ji Kelhaamed' Derket!
“Kovara Bangaheq Ji Kelhaamed” bi hejmara Zivistanê derket. Hejmara Zivistanê a Kovarê, wek tevî hejmarên xwe yên nû dîsa bi gelek mijarên dewlemend dagirtiye.
“Kovara Bangaheq Ji Kelhaamed” bi hejmara Zivistanê derket. Hejmara Zivistanê a Kovarê, wek tevî hejmarên xwe yên nû dîsa bi gelek mijarên dewlemend dagirtiye.
Di beşa weşankar a kovarê de Weşankarê Kovara Kelhaamed, hejmara Zivistanê bi vî awayî bi xwendekaran dide nasîn:
“Hejmara mey zivistana îsal bi gelek mesele û mijarên nû ji bona we hat amade kirin. Nivîsên edebî, ‘ilmî û hunerî… Qisse û hikayetên bi ‘îbret, wergerên Rîsaleyên Nûr û dersên Ustad Bedî’uzzeman, helbest û qesîdeyên klasik û tehlîla wan, helbest û şi’rên nûjen, nivîsên hunerî, fikrî û edebî, nivîsên Dimilî û bi tîpên ‘Erebî…
Bê çawa jiyan ji deng û reng û sehayên cuda pêktê, yek bê yekî din nabe, kovara me jî ji ber ku weke mektebeke jiyanê ye ji gelek mijarên cuda pêk hatiye. Ji hêlekî ve camî û munasebetên mey bi wan re, ji hêla din ve meşa mey bi dîn û çanda me re; ji hêlekê ve dîroka me, nasîna mey dîrokê, ji hêla din ve tekrarbûna waqî’eyên dîrokî; ji hêlekê ve kar û ‘emel û heyata mey civakî, ji hêla din ve ders, we’z û nesîhetên seydayên me…
Xwendevanên hêja!
Salvegera qetlî’ama Roboskî ye… Salvegera yek ji sehneyên ‘eciqandina welat û gelê me di navbeyna du hêzên zalim de ye. Ji xwe her meh yan jî demsalên me salvegerin ji boy hinek afatan ku zaliman bi serê welatê me û gelê me de anîne. Bi vê munasebetê, bi nivîs û helbesta Mamoste ku di vê mijarê de amade kiriye em wan jî bibîrtînin.”
Di hejmara nû de nivîsa “Çîrok” a Mamoste Farûqê Çiyayî lêkolîneke gelek balkêş û hêjayê xwendinê ye.
Dîsa rêzenivîsa Kekê Muhammed Sebatî a li ser Seydayên ‘Alem ‘Alimên Kurdistan gelek hêjayê xwendinê ye. Muhammed Sebatî di vê hejmarê de jiyana Îbn-ul Esîrê Cizîrî nivîsandiye.
Rêzenivîsa Mamoste Cewdet Karaman a li ser nêzdîroka me ku sitran û kilamên dengbêjên me analîz dike dîsa dagirtiyê ji sitran û dîrokê ye. Deryayek gelek berfireh e, dema meriv dikeviyê meriv di xwe de noq dike.
Kovar kedeke pir zêde li ber hatiye dayîn û bi awayê xwarineke gelek bi te’m ji me re hatiye amadekirin û anîne ber me. Ji me xwendekaran re tiştê dimîne jî ku em bixweynin û bidin xwendin. (Bangaheq)