Şahidên Wehşeta Îsraîlê
Lı mehela Şûcaıyeyeyê xortekî ku lı malbata xwe dıgerıya jı alıyê sıyonîstan ve hat qetılkırın. Qîzeke 2 salî jî dı bın enqazê de feryad dıkır. Nıha her du şahıdên wehşeta îsraîlê tên ser ekranên xwe.
Roja la’dê li mehela Şûcaiyeya Ğezzeyê, qetlîamek hatibû rastkirin. Li mehelê qetilkirina xortekî ku li malbata xwe digeriya, hat qeydkirin.
Teşkîlata Piştevaniyê ya Navneteweyî li Ğezzeyê fealiyetan dike. Xortê Filistînê, ji xebatkarên teşkîlatê got ku li malbata xwe digere û xebatkar bire kuça xwe. Gava nêzî enkazê bûn, dengê sîleh hat bihîstin. Kamera çawa zivîrî dît ku gulle li xort ketiye û xort birîndar bûye. Kesî ji tirsa eskerên îsraîlê, alîkariya xortê han nekir. Di vê kêlîkê de siyonîstan dîsa gulle bera xort dan û ciwan hat qetilkirin.
Hedîse hat qeydkirin. Teşkîlatê beyan kir ku xortê ku navê wî nizanin can daye û nikaribûne cesedê wî ji wir bînin.
Feryada qîzeke 2-3 salî ya di bin enqazê de jî, dilê meriv diperitîne. Qîz di nav birînan de diqîre. Bi telqîna kesên ku dixwazin wê xelas bikin, qîz dibêje ya Rebbî û kelîma tewhîdê tîne. Wê halê qîza biçûk, ew ê zû bi zû ji hişên însanan neçe. (Hürseda Haber)