Şertên Hamasê Yên Ji Bo Agirbestiyê
Jı qomandarên tûğayên Îzzeddîn Qessamê Muhemmed ed-Deyf, şertên Hamasê yên jı bo agırbestıyê beyan kır. Ed-Deyf da zanîn ku bêyî sekınandına êrîşên îsraîlê û rabûna ambargoya lı ser Ğezzeyê, ew ê agırbestî pêk neyê.
Ji qomandarên Tûğayên Îzzeddîn Qessamê Muhemmed ed-Deyf, bi qeyda dengê xwe ya di televîzyona el-Eqsayê de wiha got: “Şebeka siyonîst heta ku emniyeta Filistîniyan pêk neyne, ew ê emniyeta siyonîstan tune be. Bila dijmin vêya bizanibe ku li Ğezzeyê rewş ji bo wan, ji ya texmîn dikirin dijwartir e.”
Ed-Deyf wiha got:
“Eskerên me, bi qasî hûn dildayê heyatê ne dildayê mirinê ne. Li ber tirsa we ya ji bo mirinê, ji bo şehadetê dibezin. Hemû grûb li ser bexwedanê bûn yek. Tiştên ku teyare û gemiyên herbê û yekîneyên topbaranê yên Îsraîlê nikaribûn bikrana, ew ê hêzên bejahiyê yên ku di hedefa kemîn û berê tifingên mucahîdên me de ne jî, nikaribin bikin. Digel ewqas xerabûn û enkaza li Şûcaiyeyê jî, do êrîşa mucahîdan a li wir ku xwe bera nav siyonîstan dabûn, ji vêya re delîla herî mezin e.”
Muhemmed ed-Deyf wiha dewam kir: “Ordiya îşgalker li Ğezzeyê jin û zarokan qetlîam dike, ji lew Tûğayên Qessamê mucadeleyê tercîh dike û li gundên ku hatine îşgalkirin, hêzên dagirker ên ku sivîlan dikujin dikin hedef.”
Polîsê Îsraîla xusran jî îfade kir ku pey beyanata Muhemmed ed-Deyf, hêla Ğezzeyê gelek roket avêtine cûrbecûr herêmên Îsraîla melûn û xusran. (Hürseda Haber)