Li Îswîçreyê Êrîşî Camiyê Kirin
Li Sant Gallena bajarê Îswîçreyê, li camiya ku muslumanên arnawûdî vekiribûn êrîş hat kirin.
Hat gotin ku deh kes hatine ber camiya Hîdayetê ya Yekîtiya Îslam û Arnawûdê. 10 kes li ber kuçeya camiyê sekinîne, kesekî bi sîleh jî ketiye qismê ciyê ku nimêj lê tê kirin. Di êrîşê de kesekî li camiyê can da.
Berdevkê polîs da zanîn ku êrîşker li devera hedîseyê hatiye girtin û hedîse berfireh tê lêpirsîn. Her wiha hat gotin ku nasnameya kesên qetilkirî hatiye tespîtkirin, lê ji ber lêpirsîn dewam dike niha nayê diyarkirin.
Bi vê hedîseyê heta niha hejmara êrîşên li camiyan giha 3an.
Li aliyê din li Bruksela Belçîkayê jî, memûrekî peçeya jineke musluman bizorê ji ser çavê wê hilanî. Paşê hat zanîn ku jinik prensesa Qatarê ye.
Jinik li ser êrîşî muracaetî sewcîtiyê kir. Lê bi hinceta ku yesaxa peçeyê îxlal kiriye, ceza lê hat birîn. (BANGAHEQ)