Pkkê Agir Bi Qursa Quranê Xist
Grûbeke alîgirên Pkkê, bi bihana hedîseya heykela li Licê, danê êvarê li dora Beşyola merkeza Çolîgê rê girtin. Hedîse heta derengiya şevê jî dewam kir. Grûbê molotof û hewaî fîşek û kevir avêtin polîs. Polîs jî bi av û gazê midaxele kir.
Grûba Pkkyî li Yenîmahalleyê jî êrîşî qursa Quranê kir. Qursa ku wek medrese jî dihat bikaranîn, marûzî dar û kevir û molotofên alîgirên Pkkê bû. Di êrîşê de zirara maddî qewimî.
Xelkê Çolîg êrîşa li medresê şermezar kir û weha gotin “Êrîşa li devera ku kelamê Xweda lê ne, nîşan dide ku evan kes ji Îslamê çiqas bi kîn û nefret in.”
Li aliyê din li Pîrana navçeya Diyarbekirê jî, bi şev grûbeke alîgirên Pkkê bi polîs re pevçinîn. Paşê grûba Pkkyî kepenkên dikanên Ercan Alpaslan û Nurettîn Ûçarê dildayê Huda Parê şikandin û bombeya deng avêtin hundir û xwestin ku bi molotofan bişewitînin.
Serokê teşkîlata Huda Parê yê navçeyê Ercan Alpaslan, li ser êrîşê xeber da û weha got: “Alîgirên Pkk û Hdpê, bi salan e ku li ber camîa me êrîşên weha rast dikin. Nexasim êrîşî avahiyên partîya me dikin. Nêzî hefteyek berê jî camên bînaya partiya me şikandin û bombeya deng avêtin hundir. Ağleb di her meş û protestoyên xwe de, êrîşî partî û dildayên partiya me dikin.”
Alpaslan da zanîn ku emniyet li ber van êrîşan wezîfa xwe nake, nayê devera hedîseyê, kesên meğdûrê hedîseyê gazî qereqolê dike.
Her wiha li Gimgima navçeya Mûşê, teferrûatên êrîşên grûba Pkkê yên li ser Miftîtîya navçeyê û qursa Quranê jî eşkere bûn.
Grûba Pkkyî êrîşî bînaya miftîtiyê ya 3 qatî kir. Miftî û malbata wî ya di qata serî ya lojmanê de diman, ketin panîkê. Êrîşkeran hewl dan ku bi daran deriyê bînaya miftîtiyê vekin. Biser neketin, ji lew molotof avêtin bînayê, camên bînayê şikandin. Di êrîşê de wesaîtên miftî û miftîtiyê jî şewitîn.
Êrîşkerên Pkkê li merkeza navçeyê, êrîşî qursa Quranê ya du qatî jî kirin. Bi keviran hemû camên bînayê şikandin û agir bi qata ewil xistin. (BANGAHEQ)