Greva Mamosteyên Kurdî
Mamosteyên kurdî yên ku di Beşa Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê de mastira bêtez kirin û mezûn bûn, qirar dan ku heta ji bo mamostetiya kurdî kontenjan venebin, ew ê greva birçîbûnê bidomînin.
Mamosteyên kurdî li ber avahiya rektoriyê civiyan û beyanata medyayî dan. Mutlu Can li ser navê Platforma Mamosteyên Kurdî axivî û destnîşan kir ku Serokwezîr Erdoğan di serî de, rayedarên hikûmetê der heqê perwerdekirina mamosteyên kurdî de beyanatên erênî dabûn û wiha dewam kir:
"Em qîmetê didin dersa kurdî ku ev ders xistin bernameya mekteban. Lê belê di vê mijarê de nîşaneya nesamîmîbûnê ye ku mamosteyên kurdî yên ku wê vê dersê bidin hê nehatine tayînkirin. Lê em dizanin ku di navbera Zanîngeha Mardîn Artukluyê û Wezareta Perwerdeya Neteweyî de li ser mijara pirtûkên ku wê bên xwendin protokol hat çêkirin û soz hat dayîn ku mamoste piştî perwerdeyê dê bên tayînkirin."
Can bi bîr xist ku der heqê tayînkirina mamosteyên kurdî de gotinên Parlementerê Diyarbekirê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoğlu, di medyayê de cî girtin ku Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci, ji bo vê mijarê soz da Ensarîoğlu. Can got ku heta ji bo mamostetiya kurdî kontenjan venebin, ew ê greva birçîbûnê bidomînin. (Hürseda Haber)