'Sîleha Berxwedanê Muqeddes e'
Lîderê Hamasê Xalıd Meşal lı ser gotınên der barê bêçekkırına Ğezzeyê de weha xeber da: “berxwedan bê sîyaset nabe, bê sîleh jî berxwedan nabe. Ev yek nabe mıjara muzakereyan.”
Serokê polîtburoya Hamasê Xalid Meşal, li Dohaya paytexta Qatarê di civîna medyayî de weha got: “Berxwedan û sîleha wê muqeddes e. Sembola xelkê Filistînê, mertala hamîyê wê û rêya azadkirina hemî erda welat e. Divê ji mijar û nîvengên niqaş û îxtîlafan bi dûr bin. Ji bo parastin û mudafaa me û menfîetên me ne.”
Meşal wiha dewam kir: “Siyaset bê berxwedan, berxwedan jî bê sîleh nabe. Ev yek nabe mijara muzakereyan. Yên dizî destekê didin me, ji yên eşkere didin qat be qat bêtir in. Berxwedanê, di muzakereyên li Qahîreyê de hinek daxwazên xwe bi dest xistin. Grûbên Filistînê ji mijara lîman û firogehê tawîzê nadin. Sîleha berxwedanê, temînata pêkhatina daxwazên dinê ne.”
Xalid Meşal ji bo serokcimhûr Receb Tayyîb Erdoğan jî weha got: “Ew bi qasî ku di heyama êrîşan de di xebatên hilbijartinê de Ğezzeyê ji bîr nake, însanekî asîl e.”
Meşal malavahiya Qatar, Tûnûs, Sûdan, Malezya û welatên Latîn Amerîkayê jî kir.
Lîderê Hamasê Xalid Meşal, li Dohaya paytexta Qatarê, cara ewil piştî agirbestê derket pêş qamerayê û li ser herba 51 rojê xeber da.
Meşal destnîşan kir ku îmarkirina Ğezzeya xerabûyî, mesûliyeta hikûmeta lihevkirinê ya Filistînê û dunyaya azad e û wiha got: “Yekîtiya mîllî ya di navbera filistînîyan de bi îşgalê zexmtir bûye.”
Xalid Meşal weha dewam kir:
“Heysîyet û qebîlîyeta leşkerên ordiya siyonîst ên qaşo neqane, li ber berxwdana Filistînê ketine bin lingan. Rayedarên Îsraîla îşgalker li Ğezzeyê li pey zaferên xayalî ne. Di vê herba 51 rojê de îmaja dewleta xurt a Îsraîla rejîma îşgalker xera bûye û îmaja sûcdarê heqîqî derketiye holê. Herba li ser Ğezzeyê, em bêtir nêzîkî azadkirina hemû erda Filistînê kiriye. Di pêvajoya li pêşîya me de divê hêza Filistîn û Ereb bi kapasîteke tam bê bikaranîn.”
Meşal beyan kir ku sîleha berxwedanê muqeddes e û divê dûrî nîvengên niqaşan be.
Li aliyê din alîkarê serokê polîtburoya Hamasê Mûsa Ebû Merzûqê di heyeta Filistînê ya ji bo muzakereyan de bû, li bajarê Refahê civîna medyayî li dar xist û wiha got: “Ji bo muzakereyan hê teqwîmek nehatiye tesbîtkirin. Hedefa ji destpêkirina muzakereyan a ji nû de, pêkanîna daxwazên xelkê me û şertên ku berxwedan dixwazin bên cî û em bighêjin agirbesteke çêtir e.” (Hürseda Haber)