Hafız Kemal Gultekîn Rehmet Kır
Jı alımên rıha û herêmê hafız Kemal Gultekînê telebê Ustad Bedîûzzeman û kurê seyyîd ‘elîyê hevalê Şêx Seîd, dı 81 salîya xwe de çû ber rehma xwedê.
Ji alimên Riha û herêmê Hafiz Kemal Gultekîn, di 81 salîya xwe de çû ber rehma Xwedê. Hafiz Kemal ji nadir însanên ku Ustad Bedîuzzeman di demên wî yên dawîn de dîtine bû.
Bi sedan muhîbên wî tevlî merasîma cenazeya Hafiz Kemal bûn. Sekreterê giştî yê Huda Parê Mehmet Yavûz jî beşdarî merasîmê bû û da zanîn ku ev 13 sal e Hafiz Kemal nas dike ku ji şexsiyetên neqane bû.
Hafiz Kemal kurê Seyyîd ‘Elîyê hevalê Şêx Seîd bû, heyata xwe bi îlm û îbadet û xizmeta Îslamê derbas kir. Ji lew gelek caran marûzî zulm û ğedra sîstemê bûbû.
Em jî wek malbata Hürseda'yê, ji seydayê xwe Hafiz Kemal Gultekîn re ji Xweda rehmetê, ji meriv û muhîbên wî re jî sebreke xweş dixwazin.
BANGAHEQ