Cıvîna Serokbajarên Huda Parê
Civîna serokên Huda Parê yên bajarên rojavayê, di serokatiya serokê giştî Zekeriya Yapicioğlû de, digel tevlîbûna sekreterê giştî Mehmet Yavûz û alîkarê serokê giştî Îsa Aydin li Enqerê pêk hat.
Serokê giştî Zekeriya Yapicioğlu di xeberdana destpêkê de, li ser avabûna hikûmeta nû û pêvajoya çareseriyê wiha axivî: “Berî niha jî me dabû zanîn ku weka di qedroyê de, divê di projeyan de jî tu guhertineke girîng neyê hêvîkirin. Ji bo rawestina sîlehan, muzakereya bi kesên çekdar re tebîî ye. Lê herêm fiîlî teslîmî Hdp/Pkkê hatiye kirin.”
Serokê giştî Zekeriya Yapicioğlu, di xeberdana xwe de îfade kir ku tenê temsîlkarê xelkê kurd ne Hdp /Pkk ye.
BANGAHEQ