Şehîd Hat Defın Kırın
Turan Yavaş, Riyad Güneş, Hasan Gökgöz, Hüseyin Dakak û Yasin Börü, bedenê 5 cıwanan marûzî êrîşên çeteyên pkkê bûn. Rîyad Guneş pêr hatıbû defın kırın, 4 şehîdên dınê jî do bı tekbîran lı dîyarbekırê lı mezergeha yenîköyê hat defınkırın.
Turan Yavaş, Riyad Güneş, Hasan Gökgöz, Hüseyin Dakak u Yasin Börü, 5 bırayên meyên cıwan şerbeta şehadetê vexwarın.
Wan jî wek rêzanên ku dı gotın “ev dava pır mezıne, dıvê lazıme merıv dı ber vê dava mezın de merıvên xwe yên herî baş û rınd feda bıkın” ber bı şehadetên bazdan. Wan jî wek mûs’ab bîn ‘umeyr, şêx ahmed yasîn û gelekê dın, bedenê wan hat perçe kırın.
Tûran yavaş, 37 salî bû. Dı sala 1989 de d’awa îslamê nas kır û marûzî hemû zulm û îşkenceyên salên nodî bû.
Dı sala 2000 de, 5 salan dı hepsên sêrt û dîyarbekırê de ma. Piştî hepsê dîsa dı nava falîyetên îslamî de cîh gırt.
Şehîd tûran yavaş, endamê platforma evîndarên pêxember bû. Şehîd, dıldayê komela köy-derê bû û bı exlakê xwe yê xweş, jı der û dora xwe re dıbû nımûne. Her kesî jê hızdıkır û kesekî rêzdar bû.
Şehîd yavaş, bı navê hatîce qîzek wî ya 2 salî û bı navê fatıma jî qîzek wî ya 7 salî hebû.
Şehîd rîyad guneş 28 salî bû. Dı sala 2007 an de dest bı xızmeta îslamî kır û dı demeke kın de, dı sefên pêşîyê de cîh gırt. Dıgel tehdît û tepkîyên der û dora wî jî, şehîd rîyad bı teqwa û cesaretê xwe bersıvda û jı bırayên xwe yê d’awê re bû nımûne. Şehîd rîyad guneş dı karê înşaatê de dı xebıtî û qîzek wî ya 4 salî ya bı navê şuheda û pıtıkek 7 mehî ya bı navê eslem hebû.
Şehîd huseyîn dakak hê nûcıwanekî 19 salî bû. Şehîd kurê malbateke muteddeyîn bû û dıbınê terbîya îslamî de mezın bû. Şehîd huseyîn bı apê xwe re esnaftî dıkır.
Nûcıwan şehîd huseyîn, dıldayê komela îlîm-derê bû û dı heyama qoştê qurbana lı feqîran belav dıkır de, jı teref çeteyên pkkê ve hat şehîd kırın.
Şehîd hasan gökgöz 25 salî bû. Xanıma şehîd bı hemıl bû û şehîd hasan zarokê xwe yê ku wê bıhata dınyayê nedî, jê hıznekır û hat qetıl kırın.
Şehîd hasanê cıwan, ‘emrê xwe, dabû ber rêya îslamê û bı jîrbûn û kultura xwe ya îslamî dıhat naskırın. Fîdanekî nûcıwan şehîd yasîn börü. Şehîd hê 17 salîbû. Xwendekar bû û dı sınıfa 11. De dı xwend. Sembola heya û teqwayê bû. Lı ku rûnışta lı pey wî behsa heya û exlaqê wî yê xweı dıbû.
Şehîd yasîn börû kurê malbateke muteddeyîn û dı bın terbîya îslamî de mezın bûbû. Dema ku tê qetılkırın jı ber bırînên serçavê xwe, bı rojan nasnameya wî nehat nas kırın.
Pıştî şehadeta yasînê xwendekar, mamostê wî ev cumleyana parve kır.
BANGAHEQ