Bîlançoya Êrîşen PKK
Partîya Doza Azad Huda Parê, bîlançoya êrîşên lı teşkîlata wan û sazîyên sıvîl yên îslamî hatıne rast kır beyan kır.
Huda parê, bîlançoya êrîşên di navbera 6 û 8ê çirîya pêşîn de, li teşkîlata Huda parê û sazîyên sivîl yên îslamî hatine kirin beyan kir.
Pkk ya ku felsefeya xwe ya xelasîyê li ser dujmunatîya îslamê ava kirîye, bi bihana pevçûnên kobanê, li muslumanên Kurdîstanê, êrîş rast kirin. Pkkya taşeron wek baltacîyên li misrê, bi sîlehên otomatîk êrîşî muslumanan û sazîyên sivîl yên îslamî kirin. Di beyanê de hat îfade kirin ku ji sisyê ‘îda quranê û heta niha bajarê kurda bû xirbe û xopan. Piştî ku bûyer mezin bû, hukûmet di pêkanîna ewlehîyê de ‘aciz ma û li gelek bajaran qedexeya derketina kuçeyan îlan kir. Lê digel qedexeyê jî çeteyên pkkê, wek kuçikên bêxwedî li kuçe û kolanan rehet rehet dikanên xelkê şêlandin û talan kirin.
Hov û harên pkk-hdpê, li ser tv, radyo, medya û hesabên xwe yên înternetê, hedef nîşan didan û xelkê dikişkişandin kuçe û kolanan. Çeteyên pkk-hdpê bi plan û organîze li herêmê li ser xelkê kurdê musluman êrîş rast pêkirin.
Partîya Doza Azad Huda parê, di beyana xwe de da zanîn ku ji ber dezenformasyon û xeberên çewt yên çavkanîyên wan pkk-hdpeye, xelk xelet tên agahdar kirin û me jî bi armanca qamûoyû rast û durust bên hayîdar û agahdar kirin hewce bi vê beyanatê anî.
Huda parê, êrîşên di navbera 6 û 8ê vê mehê de li teşkîlata wan û saziyên sivîl hatine rast kirin weha rêz kir:
- Merkez a Batmanê piştî protestoyên çeteyên pkk-hdpê, di saetên şevê de ji teref pkkyîyên hov û har ve li teşkîlata Huda parê bi kevir û molotof û bombeyan êrîş hat rast kirin. Êrîş heta sibehê dewam kir. Di êrîşên çeteyên hov û wahşîyên pkkê de, di bîna Huda parê û dikanên gelek esnafan de xisar pêk hat, ji wan yek jê ya endamê me bi tevahî 7 wesaît hat şewitandin. Gelek endamê me birîndar bûn û buyer li ber çavê polîsan pêk hatin û dereng hat mudaxele kirin.
- Ceylanpinar a Rihayê bîna teşkîlata Huda parê ya Ceylanpinarê, ji teref çeteyên wahşî ve di nîvê şevê de êrîş hat rast kirin û di bîna partîyê de xisar pêk hat, tabela teşkîlatê hat texrîp kirin.
- Dêrik a Mêrdîn bîna teşkîlata huda parê ya dêrika mêrdîn, di saetên şev de ji teref çeteyên pkk-hdpê ve bi kevir, molot û bombeyan êrîş hat rast kirin. Bina partîyê xisar dît û bêkêr bû. Tabela teşkîlatê hat texrîp kirin, malê kesên muteddeyîn dan ber keviran.
- Nisêbîn a Mêrdîn çeteyên budîst û xwedê nenasên kurdîstanê, li navçeya nisêbînê girtin ser camîyekê û di hoparlorê camîyê de merş û şerqîyên pkkê lê xistin.
- Farqîn a Dîyarbekirê li bîna teşkîlata huda parê ya navçeyê, teşebusa êrîşê ya bi molotof bombe hatiye kirin.
- Tarsûs a Mêrsînê di nîvê şevê de li malên endamê huda parê, êrîş hat rast kirin.
Cemîyeta mûstez’efan ya tarsûsê ji bo malbatên feqîr ji qeymeqamtîyê îzin stendibûn û cermê boraqan berhev dikirin. Endamên cemîyetê ji teref çeteyên wahşî yên pkk-hdpê ve marûzî êrîşê bû. Di êrîşên kesên ji bo alîkarîya feqîran cermê qurbana berhevdikirin, birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyan. Lê polês ji dêleva wê êrîşkeran bigrin, kesên marûzî êrîşên çeteyan bûbûn hat bin çav kirin û cara duyem hat mexdûr kirin.
- Merkez a Sêrtê li bîna teşkîlata huda parê, êrîşên bi molotof hatiye rast kirin û teşebus kirine ku wê bîna teşkîlatê agir pêxin.
- Gîhadîn a Agirîyê li teşkîlata huda parê, bi molof bombeyan êrîş hat rast kirin û di bînayê de xisara maddî pêk hat.
- Ceyhan a Edenê li cemîyeta mûstez’efan a şaxa edenê, komela ûmût-derê û gelek mal û dikan û kesên dîndar, bi sîleh û molotofan êrîş hat rast kirin. 7ê çirîya pêşîn a 2014 roja sêşemê - nisêbîn a mêrdîn bîna teşkîlata huda parê ya navçeyê hat şewitandin û li mal û dikanên endamên partîyê, bi kevir û sîlehan êrîş hat rast kirin. Li komela duşunce-derê bi keviran êrîş hat rast kirin.
- Qoser a Mêrdîn di bûyerên nava rojê qewimîn de, saet dora 16:00an de bîna huda parê marûzî êrîşên sîlehên otomatîk bû. Di êrîşê de 8 endamê partîye birîndar bû. Di nav birîndaran de kesên rewşa wan xerab jî hebûn lê ji ber êrîşkeran hatina ambolansê asteng dikir, bi saetan birîndaran xwîn jê di çû. Piştî çend saetan rakirin nexweşxaneyê.
- Li Wanê û navçeyên wê li teşkîlata huda parê a wanê, teşebusî êrîşê hat kirin. Bîna partîyê ya navçeya mûradîyê agir berdanê û yekser bêkêr bû. Li erdîşê jî kesên muteddeyîn marûzî êrîşan bûn û dikanên esnafên dîndar hat talan kirin.
- Merkez a Dîyarbekirê dikanên endamên huda parê hat şêwitandin û talan kirin. Serokbajartîya huda parê ya amedê marûzî êrîşa bi çek bû.
Komela camî-dera bi falîyetên xwe yên îslamî tên naskirin, bi molotofan agir pêxistin û yekser bêkêr bû. Li komela yûsûfî-dera îslamî jî, bi kevir û molotof bombeyan êrîş hat rast kirin.
Köy-dera komela îslamî jî bû hedefa êrîşan. Ji endam û namzetê meclîsê yê beledîya bajarê mezin yê huda parê turan yavaş, bi êrîşa sîlehê şehîd bû. Li alyêdin di heyama ji belavkirina qoştê qurbana vedigerîyan, hasan gökgöz, riyad güneş û hüseyin dakak li ber bîna komelê, bi sîlehên çeteyên hov û har ve birîndar dibin. Ji bo xwe ji êrîşkeran bi parêzin xwe dispêrin bînayekê û ji teref bûdîstên kurdîstanê ve bi wahşîyane ji qatê sisyan davêjin ‘erdê. Xwedê nenasên
Pkk-hdp ya hov û wahşî, li ‘erdê jî ‘erebe û wesaîtan di ser cenazeyên wanê mubarekre derbas dikin û ev jî nebes îjar bi keviran serê wan di diperçikînin. Dûre benzînê lê dikin û naaşê wanê nazik dişewitînin. Di heyama êrîşan de welatîyekî bi navê mahmut enezê 55 salî, çima pîreka wî sernuxumandî bû ji teref pkkê ya demokrat û aştî xwaz ve(!) Hat qetil kirin. Tu eleqa mahmût enezê 55 salî bi sîyasetê re tune bû tenê çima jina wî ser nuxumandî bû.
- Egil a Dîyarbekirê li temsîlkarîya huda parê, bi molotof bombeyan êrîş hat rast kirin. Di bînayê de xisar pêk hat.
- Erğenîn a Dîyarbekirê li dikan û kargehê endamên huda parê, bi kevir û molotofan êrîş hat rast kirin û xwestin bi şewitînin.
- Merkez a Batmanê li serokbajartîya huda parê a batmanê, bi molotofan û sîlehan êrîş hat rast kirin. Di êrîşê de endamekî huda parê birîndar bû. Dikan û kargehên kesên muteddeyîn hat şêlandin û şewitandin.
- wêranşer a rihayê teşkîlata navçeyê marûzî êrîşa çeteyan bû.
- bîrecîk a rihayê teşkîlata navçeyê, bi şev marûzî êrîşa bi keviran bû. Di ‘eynî demê de li dikanên endamên huda parê jî êrîş hat rast kirin.
- ceyhana edenê li malê endamên huda parê, bi keviran êrîş hat rast kirin, otomobîleke endamekî huda parê hat şewitandin. Li cemîyeta mûstez’efan a şaxa edenê, bi sîlehan êrîş hat rast kirin.
- darahênê a çewlîgê li teşkîlata huda parê ya navçeyê, bi keviran êrîş hat rast kirin.
- kanîreş a çewlîgê li teşkîlata huda parê ya navçeyê, bi keviran êrîş hat rast kirin.
- merkez a şirnexê wesaîta sê endamê huda parê hat texrîp kirin.
- cizîr a şirnexê li teşkîlata huda parê ya navçeyê, bi bombeya desta êrîş hat rast kirin. Di bînayê de xisara maddî pêk hat. Li navçeya cizîrê malên kesê muteddeyîn, êrîşên fîîlî hat rast kirin bombeya desta avêtin cemîyeta mûstez’efan a şaxa cizîrê, xisara maddî pêk hat.
- merkeza betlîsê li mehela dûmlûpinarê, agir bera camîya kulturê hat şewitandin. 08. Çirîya pêşîn 2014 çarşem
- dîyadîn a agirî li teşkîlata huda parê, bi molotof bombeyan êrîş hat rast kirin
-merkez a dîyarbekirê serokbajartîya huda parê ya amedê, bi şev bi wesaîtan bi sîlehên otomatîk êrîş hat rast kirin.
- bismil a dîyarbekirê li teşkîlata huda parê, bi molotof bombeyan êrîş hat rast kirin
- dêrik a mêrdîn li mala endamên huda parê, fîîlî êrîş hat rast kirin.
- qosera mêrdîn 14 dikanên endamê huda parê hat texrîp kirin. Bîna cemîyeta mûstez’efan yekser hat şewitandin.
- kerboran a mêrdîn wesaît û dikana endamê huda parê hat şewitandin.
- merkeza wanê li qursa qur’anê ya saîd-î nûrsî a wanê, êrîş hat rast kirin. Di êrîşê de kesek bi sîlehê hat qetil kirin.
- merkeza şirnexê wesaîtên 3ê endamên huda parê hat texrîp kirin. Li mala endamekî huda parê jî bi keviran êrîş hat rast kirin.”
Bangaheq