'Ez Dikarim Bi Ocalan re Hevdîtin Bikim'
Serokê Giştî yê Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) Sertaç Bûcak diyar kir ku eger ji wan bê xwestin ew dikarin derheqê “pêvajoya çareseriyê” de bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin. Bûcak pêşniyara federasyonê ji bo çareserkirina pirsa kurd dubare kir û wiha got: “Em jî aciz nabin ku li vir alên Kurdistan û Tirkiyeyê li kêleka hev bên danîn.”
Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bûcak, bersiva pirsên Rûdawê da.
Beriya niha li nav partiya we de hinek nakokî derketibûn, gelo lihevhatin çêbû?
Em li welatekî de mezin bûn ku demokratîk nebû. Partiyên me di mercên îllegal de hatin avakirin. Me pirsgirêkên xwe yên nav partiyê çareser kir. Me biryar da ku êdî em vê mijarê li ber çavê raya giştî gengeşe nekin.
Ev rexneye dihat kirin ku qonaxa partîbûnê di dema xwe de neçye serî. Gelo we wextê partîbûnê destnîşan kir?
Di kongreya dehemîn de biryar hatiye dayîn ku PDK-Bakur ji rewşa îllegal derbasî rewşeke legal û qanûnî bibe. Heta ev biyar ji aliyê kongreyê neyê betalkirin emê li ser bixebitin û rijd bin li ser cîbicîkirina wê. Ez û hevalên xwe em di wê baweriyê de ne ku nabe em bibin partiya tabelayê. Mîsyoneke me ya pir girîng heye. Di qonaxa bêdengiya goristanê ya ku piştî komkujiya 1938an a Dêrsim li Kurdistanê hebû, de 5 kurdên welatparêz li Ameda kevin hatin ba hev û xebata siyasî dîsa nîşanî kurdan dan. Ji ber wê jî sala 1965an piştî wê bêdengiyê mîna mîladekê ye. Dema me xwe baş hazir kir emê partiya xwe ava bikin.
Gelo dê partiya we bigihîje hilbijartinên Hezîranê?
Na, nagihîje hilbijartin ji ber ku em ne partiya hilbijartinan in, her wiha ez bawer nakim di demek kurt de jî em bikaribin bibin partiya hilbijartinan. Lê emê piştî hilbijartinan hetmen partiya xwe ava bikin.
Dema we partiya xwe ava kir gelo hûn dê tevlî hilbijartinên Tirkiyeyê bibin?
Di siyasetê de nabe ti tiştek were redkirin. Dema tu xebata qanûnî bidî pêşiya xwe divê tu hinek caran tiştên ne li gorî dilê xwe jî qebûl bikî. Tişta ku me ji partiyên tikr cihê dike ev e: Em li vî welatî de alîgirê guhertinê ne, qesta me demokratîkbûn e. Em girîngiyê didin wê ku kurd di welatê xwe de bibin desthilatdar. Me di şerê DAIŞê de dît, eger dewleteke kurdan a “de facto” jî tineba wê çaxê bi sedhezaran kurd dê li Tirkiye û Îranê di rewşeke pir xirab de bijiyana.
Hûn doza federasyonê dikin, gelo qesta we ji desthilatdarbûna kurdan ev e?
Divê em li vir bibin desthilatdar. Ferq nake navê çi dibe bibe, federasyon yan jî xweserî. Lê ya girîng ew e ku gelo hûn dê hilbijartinên demokratîk bikin yan na? Gelo parlamentoya we dê hebe? Gelo hûn dê di nav çarçoveyeke erdîngarî de bin? Bersiva van pirsan hemû dê di muzakere û gotûbêjên navendî de bên dîtin.
Hûn wek PDK-Bakur çawa bersiva van pirsan didin? Mîna, li Tirkiyeyê ew herêma ku kurd lê dijîn dê sînoreke wê yan jî ala wê hebe?
Ji bo me mînaka herî nêzîk, ew federasyon e ya ku li aliyê din ê sînorê me ji aliyê birayên me ve hatiye avakirin. Li wir ala Iraqê jî heye ala Kurdistanê jî. Li vir jî eger ala Kurdistan û ya Tirkiyeyê li kêleka hev bin em jê aciz nabin. Em ji nîşandana zêde ya yekê kêfxweş dibin û ya din jî red nakin. Divê mirov zêde serê xwe bi vê yekê neêşîne. Ya girîng ew e ku ala kurdan û parlamentoya kurdan e.
Sînorê Federasyona Kurdistanê dê ji kuderê heta kuderê be?
Helbet divê sînorê wê jî hebe. Lê nabe mirov van sînoran bi qasî sînorên du dewletan hişk bibîne û bizane. Ez li Almanyayê jiyame, welatekî federal e. Dema mirov ji federasyonekê diçe ya din parêzvanên sînor tine. Sînorên eyaletan kifş in. Eger li Tirkiyeyê jî kultureke demokratîk hebe ev tişt dê bi hêsanî bên kirin.
Em hinekî li ser pêvajoya çareseriyê bipeyîvin. Di navbera rêberê PKKê Abdullah Ocalan û dewleta Tirkiyeyê de hevdîtin hene. Hûn çawa li van hevdîtinan dinêrin?
Em niznain ka di hevdîtinan de li ser çi tê axaftin. Lê li gorî ku me zaniye di hevdîtinan de mijara serekî danîna çekan e. Li ser çawaniya danîna çekan û rewşa Ocalan hevdîtin tên kirin. Lê em nizanin ka li ser maf û azadiyên gelê kurd tiştek tê gotin yan na. Ne hikûmet ne jî yên din di vî warî de ti agahiyekî nadin.
Gelo em dikarin ji wan hevdîtinan re bêjin “paqijkirina rê”?
Belê em dikarin wisa bêjin. Çek dê bên danîn. Yên ku ji bo îdealên xwe çûne ser çiyê dê vegerin welêt. Em girîngiyê didin vê yekê.
Alî ji danîna çekaan çi fêm dikin?
Min 6 sal beriya niha, ji bo çareserkirina pirsa kurd mesela çavê sêyem anîbû rojevê. Ya girîng niyet e. Nabe aliyek bêje ez wî teslîm digirin û yê din jî bêje ez çeka xwe didim û teslîm dibim. Divê pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê ji şer û tundiyê bê dûrxistin lê divê ev yek dualî be da ku bi hev bawer bikin. Ez di hevdîtinan de çareseriyek pir berfireh nabînim lê mirov dikare bêje pêşiya çareseriyê vedike. Li pêşiya hilbijartin hene. Partiya deshilatdar dixwaze bêçek û arîşe tevlî hilbijartinan bibe. Divê kurdî jî li gorî wê xwe hazir bikin. Lê ji ber ku hevdîtin zelal nînin û em ne di nav de ne, em tenê dikarin nêrîna xwe li ser bidim.
Hûn çima tevlî hevdîtinan nabin?
Ez mînakekê bidim. Di dema referandoma serxwebûnê de Birêz Barzanî li Koşka Serokatiyê de çûbû pêşwaziya John Kerry (wezîrê derve yê amerîka). Birêz Barzanî li pêşiya hemûyan bû, li kêleka wî lîderê Gorranê Newşîrwan Mistefa hebû, li kêleka wî jî YNK, Yekgirtû û Serokezîr Nêçîrvan Barzanî hebû. Hevalên ku li Tirkiyeyê vî karî dikin ji ber ku netewî hizir nakin, naqis dimînin, bila qusûrê nenêrin. Diviya kurdan di mijara çareseriyê de netewî hizir bikirana çimkî dema hikûmet bi wan re rûdinê, nûnertiya dewletê dike. Hikûmet, serokwezîr û hemû rayedar ji hevdîtinan haydar in. Lê aliyê kurd wisa nîne, pir teng hizir dikin.
Eger ji we bê xwestin hûn dê herin Girava Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin?
Helbe ezê herim, çima neçim. Em bi hemû kurdan re dikarin rûnên û em dixwazin hemû kurd jî bi hev re bicivin. Em dikarin bi Birêz Ocalan û lîderên partiyên din re jî bicivin.
Gelo hûn dê jê re çi bêjin?
Ezê jê re bêjim ku bila pirsgirêka kurd tenê di çarçoveya qalibên rêxistinî de nemîne, hewl bide hêzên netewî li hev kom bike û hevdîtinên ku tên kirin çareseriya dawîn ya pirsa kurd nîne.
Pêşniyara we ji bo çareseriya dawîn a pirsa kurd dê çi be?
Dema behsa garantiya destûrî tê kirin asta daxwaziyên kurdan hinekî tê daxistin. Garantiya destûrî baş e lê kêm e. Ezê her wiha pê re li ser çawaniya pêkanîna desthilata netewî ya kurd gotûbêj bikim.
Gelo ev tê wê wateyê ku kurd dê li Rojhilata Navîn bibin xwedanê 4 dewletan?
Ev, girêdayî hêzên siyasî ye yên ku pêşengiya xebatê dikin. Kurd dixwazin bi hev re dewletekê ava bikin lê eger ev nebû wê demê dewletên cihê jî dibe lê di paşerojê de ew dewlet dikarin xwe bikin konferasyon.
Partiya we û PDKa Başûr tenê di nav de mîna hev in yan jî girêdana we ya siyasî jî heye?
Em Kurdistanî hizir dikin. Her bûyerek li her beşeke Kurdistanê me yekser eleqedar dike. Em ji serkeftina kurdên Hewlêrê kêfxweş dibin. PDKa wir birayên me ne. Partiya me li cihekî wisa ye ku heta miha mafê perwerdeya zimanê dayîkê nehatiye dayîn. Mercên ku em tê de ne pir ji hev cuda ne. Siyaseta xwe em bixwe xêz dikin lê dema em siyasetê dikin berjewendiyên hemû kurdan li ber çavan digirin.
Mela Mistefa Barzanî ji bo we çi îfade dike?
Dema ez 12 salî bûm, bavê min helbestek nivîsnadibû. Di wê helbestê de Barzanî qehremanekî netewî bû. Barzanî ji bo me mîna semboleke netewî ye. Erka me ew e ku em fikrên Barzanî li gorî mercên qonaxê fêm bikin. Barzanî ji bo me sembola azadiyê ye. Qehremanekî Kurdistanî ye ku li Mehabad û Bakurê Kurdistanê şer kiriye. (Rûdaw)