ÎHD Yasîn paş çav kır
Komela Mafên Însanî ÎHD, di rapora xwe ya sala 2014an a ji bo îxlakrina heqên zarokan de carekedin eşkere bû ku qirarên îdolojîk distîne.
Yasîn Böruyê ku di bûyerên 6-8ê Cotmehê de, ji teref PKKê ve bi wehşîyane hatibû qetil kirin, di rapora ÎHDyê ya 2014an de cîh negirt.
ÎHDyê zarokên ku di sala 2014an de heqên wan hatîye îxlal kirin kir rapor. Di raporê de hat beyan kirin ku di sala 2014an de di gelek hêlên cûda 2 hezar û 82 îxlal hatîye kirin. Li herêmê tenê 4 zarokên ku ji teref polîsan ve hatîye kuştin û 7 zarok jî birîndar bûne cîh digre.
Di raporê de bin çav kirina 444 zarokan jî hat îfade kirin û hat ragihandin ku ji wan 106 zarok hatine girtin, derbarê 518 zarokan de jî doz hatîye vekirin ciza lêhatîye birîn, 872 zarok jî hatine fîş kirin.
Lê belê di vê raporê de cîh negirtin û ne qalkirina Yasîn Böruyê ku ji teref alîgirên PKKê ve bi wehşîyane hatîbû qetil kirin jî pir balkêş hat dîtin.
Hem di bûyerên 6-8ê cotmehê de Yasîn Börüyê 16 salî û hemjî di bûyerên cizîrê de dîsa ji teref PKKê ve Bariş Dalmişê 15 salî di raporê de nehat dîtin. A din jî di van bûyerên dawîn yên li Cizîrê de zarokê ku bi tevlî dayika wî xwestin wan di mala wan de bi şewitînin jî di raporê de cîh negirt û hat pêş çav kirin.
Ne tenê ev jî, zarokên ku ji teref PKKê ve hatine revandin û dê û bavên wan li Dîyarbekir eylem û çalakî li dar xistin jî nehatin dîtin. Hemî tev hat pêş çav kirin. BANGAHEQ