Êrîş birin li ser wesayîta sivîl: 2 mirî
Li navçeya Derika Çiyayê Mazî êrîşa çekdarî li wesayîta sivîl hat kirin.Di êrîşa ku hat kirin de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li navçeya Derika Çiyayê Mazî li nêzî nexweşxanê ji teref kes an jî kesên nasnameyên wan nedîyar ve êrîşa çekdarî li wesayîteke sivîl hat kirin.Di êrîşa ku hat kirin de Ahmed Kaya û Sadettîn Kaya yên ku di wesayîtê de bûn jiyana xwe ji dest dan û her wiha kesên bi navê Bozo Duran ,M.Şerîf Seydoşoglu û Mîrak Yildiz ên ku di wesayîtê bûn jî birîndar bûn.
Hat hînbûn kesên ku di êrîşê de birîndar bûbûn niha li nexweşxanê tên tedawîkirin û rewşa wan jî baş e.(ÎLKHA)