Li Edenê êrîşa çekdarî li polêsan hat kirin
Li Edenê di êrîşa çekdarî ya ku li wesayîta polêsan hat kirin de 2 polês jiyana xwe ji dest dan.
Li Taxa Dadalogluya navçeya Edenê li ber avahîya nexweşxaneyeke taybet êrîşa çekdarî li polêsan hat kirin.Di êrîşê de polêsek li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û polêsek jî giran birîndar bû.Polêsê ku giran birîndar bûbû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin êrîşa çekdarî di derdora 21.00an de li ber avahîya nexweşxaneyeke taybet hat kirin. Êrîşa çekdarî ji teref 2 kesên ku li ser motosîkletê bûn ve hat lidarxistin.Di dema êrîşê de polêsê bi navê Sileyman Çakir li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Polêsê bi navê Îlhan Bîrcanli yê ku giran birîndar bûbû jî li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Polês ji bona ku kesên êrîşkar bigire operasyon da destpêkirin. (ÎLKHA)