HUDA PAR: Em dengê û wîjdana mirovahîyê
Her sal di 10ê befanbarê de ‘Roja Mafên Mirovan’ tê pîroz kirin. Ji ber vê yekê Navenda Giştî ya HUDA PARê daxuyanîyek nivîskî belav kir.
Ji ber ku Manîfestoya Roja Mafên Mirovan di 10ê berfanbara 1948an de ji teref Lijneya Giştî ya YNyê ve hat qebûl kirin her sal di 10ê berfanbarê de tê pîroz kirin. Ji ber vê yekê Navenda Giştî ya HUDA PAR daxuyanîyek nivîskî belav kir.
Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat daxuyandin de hat destnîşan kirin digel zilmên ku di dinyayê de tên kirin li ku derê dinyayê dibe bila bibe wê dê li dijê zilmê bibin. Her wiha hat îfade kirin ku ew dê hewl bidin ku bibin dengê mezlûman û bibin wîjdana mirovahîyê.
Di daxuyanîyê de hat diyar kirin welatên ku Manîfestoya Roja Mafên Mirovan îmza kirine bûne sedema gelek ziyanên mafan. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Ji ber ku Manîfestoya Roja Mafên Mirovan di 10ê berfanbara 1948an de ji teref Lijneya Giştî ya YNyê ve hat qebûl kirin her sal di 10ê berfanbarê de tê pîroz kirin. 67 sal e ku Manîfestoya Roja Mafên Mirovan hatiye qebûl kirin. Lê mixabin welatên ku Manîfestoya Roja Mafên Mirovan îmza û îlan kirine ku parêzerên mafên însanan in ji maf û heqên însanan dûrin. Heta ev welat bûne sedema gelek zirarên neteweyî û navneteweyîyê.”
Di daxuyanîyê de heqên ku di erdnîgara îslamê de tên îxlal kirin hat bibîr anîn. Dûvre wiha hat destnîşan kirin: “ Îro em dibînin ku li ser rûyê dinê bi teybet di erdnîgara îslamê de kedxwarî kirina ku ji teref dewletên xweser ve mafên însanan ji wan tên sitandin. Can, mal û namûsên însanan tên talan kirin. Bi helwestên wehşîyane însan tên qetil kirin.”
Di daxuyanîyê de hat diyar kirin ku di bergeha sazitîyê de mafên însanan bi Xûtbeya Xatirxwazê yê HZ Muhammed (rxl) dest pê dike û daxuyanî wiha hat domandin: “Pêxember, tenê ji bo însanan ne ji bo her mewcûdatên ku li ser rûyê dine ne xelasker. Pêxember rêber û rehakerên însanan yên eslî ne. Pêxember, bûne wesîla heq û ‘edaleta nexşerêya peyamên ku ji teref Yezdan ve hatiye şandin. Ev peyam bûne zemîn xweşkirina xelasîya zilmên ku li ser rûyê dine dihatin kirin. Herî dawî Pêxemberê Îslamê (rxl) ji bo hemû însanan hezar û 500 sal berî Xûtbeya Xetirxwazê ji însanan re pêşkêş kir. Di derbarê vê bargehê de em wek HUDA PAR wiha dibêjin: ‘Mafên însanan ên di warê sazitîyê de pêwîst e ku bi Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan ên Neteweyîyên Yekitîyê re dest pê nake. Mafên însanan pêwîst e ku bi Xûtbeya Xetirxwazê yê Pêxemberê Îslamê HZ Muhammed (rxl) re dest pê bike.”
Bi teybet di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku edalet, sazbarîya hiqûqê a di naveyna gel û hibijarteyan de ji hev cûda ne. Dûvre wiha hat destnîşan kirin: “ Îro, însan pir bêqîmet bûye, heq û mafên însanan avêtine bin piyan, sazbarîya hiqûqê a di naveyna gel û hibijarteyan de ji hev cûda ne, cût standartên ku ji mehkûman re tê tetbîq kirin, ji ber nasnameyên îslamî kesên çend salin ku di girtîgehê de tên girtin, çendîn hezar mislimanên ku hatine qetil kirin nayên dîtin. Lê dilxwede kesên ku mafên însanan diparêzin ji bo 3-5 kesên ku ji bo kovara Charlîe Hebdo hatin kuştin qiyametê rakirin. Ev yek pir bêsûd û ebes e.”
Di dawîya daxuyanîyê de ev peyam hat dayîn: “ Digel van hemû tiştan li ku derê dinyayê dibe bila bibe em dê li dijê zilmê bibin. Her wiha em dê hewl bidin ku em bibin dengê mezlûman û em bibin wîjdana mirovahîyê.” (ÎLKHA)