Li Nisêbînê bi roketê êrîş li mizgeftê hat kirin
Piştî êrîşa Mizgefta Kurşunluyê ya li navçeya Sûra Amedê li Navçeya Nisêbîna Mêrdînê jî bi roketê êrîş li mizgeftê hat kirin.
Li Nisêbînê ji teref Qeymeqamtîya Nisêbînê ve di 6ê berfanbarê de li 4 taxan qedexeya derketina derev hatibû îlan kirin. Hat ragihandin ku ev qedexe doh di saet 17.00an de hatiye rakirin. Pîştî rakirina qedexê hat dîtin ku gelek xisar çêbûye. Çend roj berê li navçeya Sûra Amedê Mizgefta Fatîh Paşayê a ku bi navê Kurşunlu tê nasîn hatibû şewitandin. Piştî vê yekê li navçeya Nisêbînê ji êrîşa rokete li mizgeftê hat kirin.
Hat ragihandin ku li navçeya Nisêbînê di taxa Dîcleyê de ji teref PKKyîyan ve erîşa roketê li Mizgefta Molla Saîd Zanê hat kirin.
Hat dîtin ku berikê roketê îsabetê qûbê kir. Di encama erîşe de xisar pêk hat. Gelê navçeyê ji bo vî qasê bertek nîşan dan. Dûvre wiha destnîşan kirin: “ Berê di mizgeftan de sirûdên PKKyîyan dihat xwendin. Niha jî bi roketan êrîşê li mizgeftê dikin. Xendek vedan. Cî û warên gel teng kirin. însanên siwîl hatin kuştin. Mizgeftan xistin wek bargeh û penagehan. Gel nikarê nimêja înê bike. Gel ji ber bêçarebûnê malen xwe terk kirin. Em nizanin gelo em çi bikin. (ÎLKHA)