PKKyîyan li Kerboranê mizgeftekê dêran kirin
Li navçeya Kerborana Mêrdînê PKKyîyên ku têketin hindûrê mizgeftekê, mizgeftê texrîb û dêran kirin.
Duh êvarî li navçeya Kerborana Mêrdînê pevçûn derketin. Di pevçûnên ku derketin de PKKyîyên ku li taxa Safayê bûn têketin hindûrê mizgeftekê û mizgeft dêran kirin.Çalakîyên mîna vê yên ku ji teref PKKyîyan ve tên kirin cardin destnîşan kirin ku PKK nirx û bawerîya xelkê têxistîye hedefa xwe.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin PKKyîyên ku têketine Mizgefta Safayê mîber, mîhrab û merşên camîyê texrîb kirine. PKKyîyên ku dest danîn li ser wesayîtên xelkê zirarê dane dikan û malên derdorê. Ji ber ku PKKyîyan li ser rê barîkat danîn xelkê taxê malên xwe terk kirin.
Xelkê ku dît mizgeft hatîye texrîbkirin kesên ku vî tiştî kirine û ji vî tiştî re bûne sebeb ji Xwedê re hewale kirin û destnîşan kirin êrîşkirina mizgeftê ji dijmintîya dîn pêve ne tu tişt e.
Hat dîtin PKK van demen dawî de Mizgeft, Qursa Qur’anê, Medresê û cihên mîna van dixe hedefa xwe û êrîşî nirx û bawerîya xelkê dike.
Her wiha hat hînbûn li Kerboranê ji xeynî Mizgefta Safayê bi heman awayî 6 mizgeftên din jî nimêja înê nehat kirin.(ÎLKHA)