Li Wanê qezaya trafîkê: 11 mirî
Li navçeya Bazîdaxaya Wanê mînîbûsa ku xwendevanan dibir îmtîhanê û qemyon li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 11 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Çaldirana Wanê mînîbûsa bi plaqeya 65 HC 593 a ku xwendevanan dibir îmtîhanê û qemyona bi plaqeya 06 DL 2741 li hev qelibîn.
Di qezaya ku li ser rêya Wan û Erdîşê pêk hat de li gor agahîyan 11 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Gelek ambûlans sewqî cihê qezayê hatin kirin. Kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.
Ji ber qezaya ku pêk hat rê demekê ji trafîkê re hat girtin. Her wiha di derbarê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)