Koç kirina xelkê Sûrê hêj berdewam dike
Li navçeya Sûra Diyarbekirê ya ku ji nû ve derketina derve lê hat qedexekirin koçkirina xelkê hêj berdewam dike.
Her weke ku tê zanîn li navçeya Sûra Amedê qedexeya derketina derve 10 rojan berdewam kir û ji bona demekê hat rakirin. Li navçê piştî ku qedexe hat rakirin re xelkê navçê kêfxweş bûbû ku ber êvarî cardin derketina derve li navçê hat qedexekirin. Ji ber vê yekê xelkê navçê digel destpêka qedexê hewl dan da ku navçê terk bikin.
Hat dîtin ji ber qedexe ya ku hatîye îlankirin xelk digel jin û mêran , pîr û ciwanan bi qasî ku karibûn firak û alavan li ser milên xwe digirin û hewl didin da ku navçê biterikînin.(ÎLKHA)