Di êrîşa Çinarê de 6 kes miren
Walîtiya Amedê di derbarê êrîşa ku li Midûrtiya Ewlehiyê ya Navçeya Çinarê hatibû kirin de agahî da. Walîtî diyar kir ku di encama êrîşê de 5 kes jiyana xwe ji dest dane û 38 kes jî birîndar in.
Doh bişev di derdora saet 23.30an de ji teref PKKyiyan ve êrîş li Midûrtiya Ewlehiyê ya Navçeya Çinarê hat kirin. Ji ber vê yekê Walîtiya Amedê di derbarê vê yekê de daxuyanî da. Walîtî diyar kir ku di encama êrîşê de 5 kes jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşan kirin: “Di dîroka 13.01.2016an de di derdora 23.30an de ji teref rêxistina terorê ya cudaxwaz ve êrîş li Midûrtiya Ewlehiyê ya Navçeya Çinarê û xaniyên ewlehiyê hat kirin. Di heman demê de bi çekên lule dirêj êrîş li Fermandariya Cendirmê û Midûrtiya Ewlehiyê jî hat kirin. Di êrîşê de hêzên ewlehiyên me jî bersîv dan êrîşgeran.”
Piştî êrîşê Navenda Qrîzê ya Bajêr di derbarê vê yekê de daxuyanî da. Di daxuyanî wiha hat destnîşan kirin: “Di dawiya êrîşa terorê yê ku bi wesayîta ku ji teqemeniyê dagirtîbû ve li Midûrtiya Ewlehiyê ya Navçeya Çinarê hat kirin de; 2 xizmên polêsan jiyana xwe ji dest dane, 6ê wê polês û 8ê wê xizmên polêsan bi tevahî 14 kes jî birîndar bûne.”
Daxuyanî wiha hat domandin: “Her wiha bi bandora teqîna ku qewimî di avahiya ku nêzê xaniyên ewlehiyê bû de hêlan çêbû. Tîmên lêgerîn û xelas kirinê li ciyê bûyerê xebitîn. Di encama lêgerînê de hat diyar kirin ku 3 welatiyên me jiyana xwe ji dest daye û 5 welatiyên me jî wek birîndar di bin enqazê de hatine derxestin. Her wiha 20 welatiyê me yêm ku di hawîrdor de bûn jî birîndar bûne.
Her wiha hat ragihandin ku îro pîrekekê di bin enkazê de wek mirî hat derxistin. (ÎLKHA)