'Xwedê Teala exlaqekî baş dabû wî'
Her weke ku tê zanîn Cafer Gîzliyê 16 salî berî vê çend rojan li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê ji teref komek PKKyî ve hatibû qetilkirin ku dêya Cafer Gîzlî piştî qetilkirina lawê xwe cara ewil di derbarê lawê xwe de axivî.
Her weke ku tê zanîn Cafer Gîzliyê 16 salî berî vê çend rojan li navçeya Sîlîfkeya Mêrsînê ji teref komek PKKyî ve hatibû qetilkirin ku dêya Cafer Gîzlî piştî qetilkirina lawê xwe cara ewil di derbarê lawê xwe de axivî û got “Lawê min pir bi edeb bû û xwedîyê exlaqekî baş bû.”
Dê Hayat Gîzlî axavtina xwe ya di derbarê lawê xwe de wiha domand: “Exlaqê lawê min pir baş bû, tu kes jê zirarê nedît.Xweda Teala exlaqekî baş dabû wî. Hevalên wî pir jê hez dikirin.Me wî şand gezmaxê lê belê kesên wezîfedar ên li wê derê wî avêtin hembêza PKKyiyan.Lawê min qetil kirin.Em dixwazin bila vê cinayetê lêkolîn bikin.Xweda Teala heqê me ji wan re nehêle.Ez ji lawê xwe razî bûm.Xwede Teala şehadeta wî qebûl bike.”
Malbata Gîzlî yê ku li ber serê qebra lawê xwe hestiran dibarandin diyar kirin PKK nesleke hov perwerde dike û wiha li axavtina xwe zêde kirin “ew zirarê didin mal, can û namûsên Kurdan.”
Mehmet Salîh Gîzliyê ku bavê Cafer e jî di derbarê lawê xwe de wiha axivî: “Em xelkê Kurd ev bû bi salan ku vê dijîn.Ji salên 90an vê musallatî me bûne û me di vê oxirê de gelek can da.Ev kes li ser navê Kurdan zilmê li Kurdan dikin. Kurdan qetil dikin û zirarê didin mal, can û namûsa wan.Rast e kêmasiyên me jî hene.Heke me haya xwe ji xwe kiribana û xwedî li dînê xwe derketibana dibe ku ev tişt nehatibana serê me.”
“Li qampê lawê min di çavê xwe de eyişandin û gotin ku em ê întîqamê bistînin”
Gîzlî di berdewama axavtina xwe de diyar kir şehadeta lawê wî teqdîrê Allah e û wiha pê de çû: “Wî zilm li tu kesî nekir.Wî kevir û molotof neavêt. Tenê ji ber ku ew ji zaliman re gotibû ‘ez weke we nafikirim û tiştên ku hûn dibêjin qebûl nakim, ez mayinan li kolanên xelkê xwe bi cî nakim, ez keviran navêjim’ wî di çawê xwe de eyişandibûn û gotibûn ku ew ê heyfê jê bistînin.Kesên şahid van tiştan gotin.Ew kes tedbîrên xwe standin û bi plan û bi zanebûn lawê min qetilkirin.Her wiha em dixwazin bibêjin kesên wezîfedar ên li wê derê jî wezîfeya xwe pêk neanîne.”
Bav Gîzlî diyar kir li kû derê mislimanek hebe dilê wan bi wan re ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ê wek malbat di vê rêyê de bedelan bidin.Ji ber ku ew hez ji me û ji Îslamê nakin em ê qet dev ji doza xwe bernedin. li kû derê mislimanek hebe dilê me bi wan re ye.Dixwazin destên me ji doza me bidin kişandin.Lê belê em qet dev ji doza xwe bernadin û em ê bernedin jî.”
“Van zarokan xistine haleke wiha ku ev zarok bi dar û cinehan însanan qetil dikin”
Gîzlî daxwaz kir bila li ser bûyerê neyê girtin û wiha got: “Ev proje ya dewletê bû.Dewlet nexwest ev proje xera bibe û ji ber vê yekê zêde li ser mijarê nesekinî.Lê belê Xweda ji medyaya Îslamî razî be li ser vê mijarê sekinîn.Ev projeya dewletê bû ku dixwast bi vê yekê zarokan islah bike lê di destê wan de ma. Her wiha malbatên van zarokan ew qas zarokên xwe bi jehrê xistine ku ew zarok bi dar û cinahan însanan qetil dikin.”
Bav gîzlî di dawiya axavtina xwe de diyar kir kesên ku di êrîşê de hebûn divê tev werin cezakirin.(ÎLKHA)